CîhanRojev

Stoltenberg: Swêd ji bo daxwazên Tirkîyê gavên girîng tavêje!

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di serdana xwe ya Swêdê de ragihand ku Swêd ser daxwazên Tirkîyê gavên girîng avêtine ku Tirkîye serlêdana endamtîya wê ya NATOyê bipejirîne.

Stoltenberg di preskonferansa bi Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson re dîyar kir ku Swêd dest bi guhertina qanûnên xwe yên dijî terorê kiriye.

“Ez bi kêfxweşî radigihînim ku Swêd ji niha ve dest bi guhertina qanûnên xwe yên dijî terorê kiriye.”

Wî bi got ku wê Swêd di siberojê de wek endamê NATO’yê çarçoveya qanûnî derfirotina çekan jî jinûve binirxîne.

“Swêd wê çarçoveya qanûnî ya bo derfirotina çekan wê bi sozên nû ji hevalbendan re, statuya siberojê ya wek endamekê NATO’ yê jinûve binirxîne.”

Stoltenberg dîyar kir ku ev bo çareserkirina fîkarên ku Tirkîyê anîne ziman du gavên girîng in.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson jî got ku Swêd qanûnên xwe yên dijî terorê guhertibû û jixwe di pêyvajoya pirtir tundtirkirinê de bû.

“Ji 1’ê Tîrmehê vir ve di mijara têkoşîna dijî terorê de jî emê bibin xwedî qanûnên hîn hêzdartir. Jiber vê yekê ti pirs tuneye ku Swêd ser terorê çiqas bi tundî disekine û em amade ne ku beşdar û alîkarîya têkoşîna dijî terorê bikin,” Andersson got.

Stoltenberg her wiha got ku armanc ew e ku Swêd û Fînlandîya di dema herî zû de tevlî NATO’yê bibin û ger êrîşekî dijî Swêdê were kirin, bêguman hevalbendên NATO berevanîya wê bikin.

Swêd û Fînlandîya meha borî mîna bersîvdana êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna, serlêdana bo tevlîbûna NATO’yê kiribûn.

Lê, serlêdanên her duwelatan rastî nerazîbûneke neçaverêkirî ya Tirkîyê tê.

Tirkîye dibêje ku ewê endamtîya Swêd û Fînlandîya nepejirîne jiber ku her du welat jî piştgirîya çekdarên Kurd dikin û ser Tirkîyê ambargoya firotina çekan ragihandine.Newest

Back to top button