Polîtîk
Mezlûm Abdî: Diyaloga Kurdî – Kurdî serkeftî bû
Mezlûm Abdî Fermandeyê Giştî yên Hêzên Sûriye Demokrat – HSD li peyameke twitterê de ragiand, qonaxa yekema projeya diyaloga Kurdî – Kurdî serkeftîbû û çûne nav qonaxa dûyem.
Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat nivîsiye: “Gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn. Hêviya me ji herdo aliyên siyasî ku berjewendî, paşeroj û bendewariyên gel esas bigrin. Emê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.