Civak

Li Kerkûkê genimên cotkarên Kurd wernagrin

Li Kerkûkê demsala dirûnê destpêkir û rûberê yek mîlyon donim zevî bi genim hatine çandin ku beşeke zêdeyê genimê li cûreya jimare yeke, lê belê bi hêceta ku nîsk û genim li komgeha (ambar, saylo) Kerkûkê de heye, dexl û genimê 210 cotkarê parêzgehê wernagrin.

Berhemê wan cotkaran nêzîkî 600 hezar ton genim tê pêşbînî kirin. Dilêr Abdulbaqî cotkareke Kerkûke û heta niha 185 to‌n genimê wî paşve hatiye vegerandin, nêzîkî 200 tonên din jî ku maye ji ber ku dendikên nîsk têda heye û saylo jê wernagrin. Eve jî di demek daye ku tova genimê ji Hikumetê wergirtiye.

Ew cotkar dibêje: “Me vê tovê ji Hikumeta Iraqê û li rêya kompanya Dû Rûbar wergirtiye, niha ew ji me wernagrin, dibêjin nîsk têda heye, saylo hemû salê hêcetek peyda dikin, min carek 115 ton genim û carek din jî bi dû barhilgir dexl û danên dinê 80 doniman min bire saylo, lê belê hemû paşve vegerandin û wernegirtin”.

Back to top button