Mezintirîn piştevanê nerasterast ê DAIŞê Iraq e
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandekekarmendên medya Kuweytî re civiya.Mesrûr Barzanî di vê civînê de ragihand, DAIŞê dest bi ser gelek çekên pêşketî yên artêşa Iraqê de girtiye, ji ber wê jî pêşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞê û bo ji navbirina wê, pêdivî bi çekên baştir û pêşketîtir heye.Mesrûr Barzanî got: “Dûrxistina metirsiyan li navçeyê pêwsîtî bi hewlên me hemûyan heye û pêwîst e em hemû bi hev re kar ji bo wê armancê bikin.”Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha ragihand: “Mezintirîn piştevanê nerasterast ê DAIŞê, Iraq bi xwe ye, ji ber ku ew hemû çekên baş û pêşektî piştî revîna artêşa Iraqê ji Musilê, ket dest çekdarên DAIŞê.Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kir, ku jinavbirina DAIŞê girêdayî cidîbûna civaka navdewletî û herwiha rûxandina DAIŞê di aliyê hizrî û îdeolojiyê de ye, ku ji wê yekê re demek dirêj pêwîst e.Derbarê sedemên çêbûna DAIŞê de jî, Mesrûr Barzanî got: “Ew rewşa ku piştî rûxana rejîma berê li Iraqê çêbû, alîkariya çêbûn û bihêzbûna DAIŞê kir.”