KulturRojev

Mezintirîn çavkaniya dîrokî û pirtûk li ser Bizava Barzan li Tehranê hat çapkirin

Mezintirîn çavkanî û pirtûk li ser dîroka “Bizava Barzan” li paytexta Îranê hat çapkirin.

Pirtûka bi navê “Bizava Barzan” bi zimanên kurdî û farsî ji aliyê nivîskar û vekolerê kurd Behram Weledbêgî ve hat çapkirin.

Pirtûka han ku wek mezintirîn çavkanî li ser dîroka Barzan tê dîtin, di 6 bergan de hatiye çapkirin.

Nivîskar û vekoler Behram Weledbêgî, ku di heman dem de berpirsê Enstîtuya Kulturî ya Kurdistanê li Tehranê ye jî, li ser vê xebata bi nirx got, ev berhem bi rastî mezintirîn berhema dîrokî ye li Kurdistanê. Ji ber ku di nivîsîna vê berhemê de belgeyên dewletên Îran û Osmanî li ser sê mezinên kurdan, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Ebdulselam Barzanî û Mela Mistefa Barzanî hatine komkirin.

Bi gotina Weledbêgî, ev berhema han dê di demek nêzîk de bi merasimeka fermî û meha Gulanê jî li Tehranê bi merasimeka hêja were nîşandan û ragehandin. Dê di pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Tehranê de jî were nîşandan.

Wî nivîskarê kurd pirtûkek din jî bi navê “Li Ser Gupîtka Tofanê” nivîsiye ku li ser jiyana Mela Mistefa Barzanî hatiye nivîsandin. Ev pirtûk sala 2016 li Tehranê hatibû çapkirin û wek pirtûka salê jî hatibû hilbijartin.

Navnîşana wan pirtûkan wiha ye:

*Şêx Ebdulselam Barzan di belgeyên Îran û Osmanî de (676 rûpel)

*Şêx Ehmed Barzan di belgeyên Îranê de (955 rûpel)

*Mela Mistefa Barzanî di belgeyên Îranê de (933 rûpel)

Nivîskarê kurd Behram Weledbêgî 

Back to top button