Meyro
MEYRO
Meyro,stû xwar bû,serê wê tewan dî bû, ziravik bû ji bê xwînî rengê wê sipî bû, jina nu zayî nû welidî ji bê nerînî bê xwarînî hema bi zor li ser linga disekînî. Pêsîrên wê tije şîr bûbûn,ji berk u şîr nedida bebeka xwe êş ketibû çiçikê meyro. Bi rukî rureş, birûkî bê bawerî û bitirs li der dorê xwe dinerî, lê ne kû meyro ruyê xwe reş kiribû ,şeş heb cerdevanan bi hevre dest avêtibûn meyro .
Meyro li gundekî Êlihê (batmanê ) çûbû ber du heb çêlekê xwe ji xwe feqîrbûn,belengazbûn,jiyana xwe bi her du çêlekan bi şîr û mastê wan derbas dikirin. Meyro sibehê rahişte kîsikê nanê xwe û hinek penîr , çu ber dû çêlekan da wan biçêrîne ku êvarê wan bidoşin ji şirê wan mast çêkin ,bibin Batmanê bifroşin pêwîstîyê xweyî giring bikirin.
Lê wê roja reş de ,namusa Meyro anibûn pênç pera û jiyana Meyro û malbata wê wêran kiribûn ,Meyro ji tirsa malbata xwe behsa tiştekî nekiribû,tenê digot ez nexweşim bê halim ,Meyro nikarîbû raba ser xwe û biçûya ber çêlekan .
Bavê wê dixweyîdî pêre digot rabe here ber çêlekan ,ma çî te heye tu çima naçî,diya wê jî digot ma ne xweşe tu nabînî nikare rabe ser xwe, bavê cardin xwe hêrs dikir û diçû ber çelekan, Meyro tanî ber çavên xwe ku her şeş cerdevana çawa êrîş kirnê weka berxa gura xwarî ,bi qirin û hawar birêzê dest tavêtin bedena wê, her wuha Meyro ji dil diçû jire nivşt çêkirin ,digel şêx û mela,digotin ê jime çêtir gihiştinê Meyro ji dil diçe yanî cin gihiştine Meyro.
Bi vî awayî piştî çar meha tiştek di zikê Meyrode dilebite û zikê Meyro mezin bûye ,ditirse diçe ji hevaleke xwe re dibêje:
– Keçê tiştek di zikêmin de dilebite û biner zikêmin mezin bûye.
Hevala wê destê xwe datîne ser zikê meyro ku vaye birastîjî zik lê bûye def.
Hevala wê dibêjê:
– Kezî kurê ma tu du canîyî ev çîye?
Hêj Meyro behsa xwe û roja reş dike ,hevala wê ,xwe dighîjîne ber dayka wê jêre dibêje dayîk li xwe dixe porê xwe radike û li Meyro dixe. Paşî dayîk difikire ew cerdevanê ku pera ji devletê distîne û dijmanatîya birayê xwe dike û êrîşê keçan dike ma ezê çi bikim,dayik dimîne bê çar .
Dayka wê bi dizî wê dişine ba xaltîya wê dibêje hal û çiroka wê eve de bila livirbe ka em çawa bikin.
Ji bavê wêre dibêje xaltî nexweşe bila çend mehekî li wirbe ji xwe nikare here ber çêlekan .Bi nano zikê û bi tehn û tehlîyan gepek nan davêtin ber Meyro ,
Roja welidandina ,zayîna Meyro hatibû !!!!!!!!!!
Xaltîka Meyro tîne tê nexweşxana Batmanê û diçe Meyro tenê mabû li nexweşxanê bi êşîkê zayînê ve.
Kurek ji meyro re çê bû bû,malbata wê dibêjin em wê nasnakin û ne keçameye û wun çidikin ji pîçê wê wun zanin.
Bijişkê (dr)nexweşxanê peyamekê dişînê Îzmirê ,malbatekêre dibejê vaye bebekek heye werin bibin ji xwere ,ji xwe Meyro li ruyê zaroka xwe jî nanere.
Malbat,ji İzmîrê tê zarokê ji xwere dibe diçe ,Meyro ma li nexweşxanê ,Meyro ru reşbû Meyro tawanbar,û sûçdarbû kî li Meyro xwedî derketa ?
Ew cerdavanan jî lê xwedî derneketin.
Meyro di hîjdeh salîya xwede di çerxa felekêre derbas bûbû, û wekî Meyro bi sedan keç û jin di vê çerxêre derbas bûbûn,mixabin cerdevan jî Kurd bûn .
ZÎNÊ AMEDÎ – BATMAN.