CîhanRojev

Metirsiyek mezin li Rojhilata Navîn rû dide, Îsraîl êrîşê Îranê kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşeke pêşwext dane destpêkirin da ku li bernameya nukleerî ya Îranê bêxin. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu piştî êrîşê di daxuyaniyekê de got, “Operasyona li dijî Îranê dê heta ku pêwîst be bidome. Me êrîşî dilê bernameya dewlemendkirina nukleerî ya Îranê kir. Me zanyarên li tesîsa Nukleerî ya Natanzê hedef girtin.” Ji aliyê din ve, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Îranê got, “Em ê bersivê bidin, Îsraîl û DYA dê bedelên giran bidin.” Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku wan ji êrîşê pêşwext dizanibû û got ku heke Îran êrîş bike, ew ê Îsraîlê biparêzin.

Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên Îsraîlê bêyî hevrêzî û destûra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nikaribûn bihatana kirin, ji ber vê yekê Amerîka berpirsiyarê bandor û encamên xeternak ên êrîşê ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê bi êrîşa li ser hin deveran, di nav de çend deverên niştecihbûnê li Tehranê û çend bajarên welêt, yekparçeyiya xaka Îranê û serweriya neteweyî ya wê binpê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran li gorî bendên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) mafê bersivdayîna vê êrîşê heye û hat gotin ku “hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê dudilî nebin ku bi hemû hêza xwe û bi awayê ku ew diyar dikin gelê Îranê biparêzin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku alîgirên Îsraîlê jî berpirsiyarê êrîşên wê ne û ev tişt hatin destnîşankirin:

“Çalakiyên êrîşkar ên rejîma Siyonîst li dijî Îranê bêyî hevrêzî û destûra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nayên kirin. Li gorî vê yekê, hikûmeta Amerîkayê, ku piştgirê sereke yê vê rejîmê ye, dê ji bandor û encamên xeternak ên serpêhatiya rejîma Siyonîst jî berpirsiyar be.”

Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha daxwaz kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî tavilê di vî warî de tedbîran bigire û daxwaz kir ku hemî welatên endam ên NY, nemaze welatên herêmî û Îslamî, endamên Tevgera Bêalî û hemî dewletên ku bi aştî û ewlehiya navneteweyî re eleqedar in, tavilê vê êrîşê şermezar bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button