PolîtîkRojev

Metirsiya li ser Hewlêr gelek bi cidî werbigirin

Nêçîrvan Barzanî serokê Kurdistanê di derbarê êrîşa li ser Hewlêre daxûyaniyek ragihand. Barzanî di daxûyaniya xwe de dozê li hemû aliyekî dike ku, di vê derbarê de hêzên ewlehiya Iraq û Kurdistanê li hêzên hevpeyman jî hevkariyê bikin da ku rê li van lêrîşan bê girtin.

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje: Nebûna hevahengiyê û hebûna hinek hêz û grûpên çekdarî li derveyî ferman û desthilata hikûmeta federalî, bûne sedema aloziya navçeyê û wisa kiriye ku gefeke berdewam li ser Herêma Kurdistanê hebe.

Peyama Serokê Kurdistanê:

Ez êrişa terorîstî ya şeva borî ku bi moşekan li ser Hewlêrê hat kirin û bû sedema jiyan ji destdana kesekî û birîndarbûna 9 kesên din ku hejmarek ji wan amerîkî ne, bi tundî şermezar dikin. Sersaxiyê li kesûkarên kesê qurbanî dikin û hêviya zûbaşbûnê ji birîndaran re dixwazin.

Ez daxwazê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku metirsiya wê êrişê pir bi ciddî werbigirin, kar bikin ji bo nehîştina gefan li ser xelkê Herêma Kurdistanê bi rêya handana hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê û bi taybetî madeya 140î.

Ez daxwazê ji serokwezîrê rêzdar û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û fermandeyiya hêzên hevpeymanan li Iraqê dike, bi lez mekanîzma hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê çalak bikin û hêzên asayîş û pêşmerge ligel artêş û dezgeh û hêzên Îraqî bi beşdariya hevpeymanan li wê navçeyê, bi hev re kar bikin û hevaheng bin.

Nebûna hevahengiyê û hebûna hinek hêz û grûpên çekdarî li derveyî ferman û desthilata hikûmeta federalî, bûne sedema aloziya navçeyê û wisa kiriye ku gefeke berdewam li ser Herêma Kurdistanê hebe.

Daxwazê ji birêz Serokwezîrê Iraqê dikim bi lez komîteyeke hevbeş ya lêkolînê ji hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federal dest bi kar bike û di zûtirîn dem de êrişkar werin dîtin û cezayê xwe yê yasayî werbigirin.0

Back to top button