CîhanRojev

Amêrîka li ser Hewlêr gelekî acizin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken derbarê êrişa rokêtî ya şeva bihorî ya li ser bajarê Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em gelek bi hêrs in ji êrişa roketî ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir, ew ji êrîşa bi rokêtan li ser Herêma Kurdistanê acizin û dibêje, wî soz daye serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo hemû hewlên lêkolîn û cezakirina kesên berpirs ji êrîşê, Washington piştevaniyê bike.

Antony Blinken ragihandiye: “Min peywendî bi Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye, me piştevaniya xwe bo hemû hewlan tekez kiriye, ji bo ku em lêkolînê bikin û ewên destê wan di êrişê de heye siza bidin”.

Blinken dibêje, “amaje hene ku belênderekî sivîl di êrîşê de hatibe kuştin û çend endamên Hevpeymaniya Navdewletî û serbazekî Amerîka û çend belênderên din ên Amerîkî birîndar bûbin”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê hevxemiya xwe bo kesûkarên belênderê ku hatiye kuştin nîşan daye, herwiha gotiye ew hevxem e li gel xelkê Iraqê û malbatên wan kesên ku “ziyan û êş ji vê êrîşa tund dîtine”.

Back to top button