
Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Mesud Yilmaz encama nexweşiyekî de îro li nexweşxaneyê koça dawî kir. Wefata Mesud Yilmaz ji aliyê hevjîna wî Berna Yilmaz ve hate ragihandin.
Pizijkên Mesud Yilmaz dan xûyakirin ku, eve 2 salin nexweşîya penceşêrê di kezeba Yilmaz de hebû. Îro encama vê nexweşiyê 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Mesud Yilmaz sala 1983ê li gel serokkomarê tirkiye yê berê Turgut Ozal partiya Niştimanî damezirand û çalakî tevlî siyasetê bû.Mesud Yilmaz 5 dewra parlementeriya bajarê Rîze kiriye di kabineya 45ê de bûye wezîrê dewletê ûwezîretaiya Çand û Geştiyarê jî kiriye. Yilmaz wek din di kabineya 47ê de jî bûye wezîrê derve yê Tirkiye . Yilmaz kabineya 48,53 û 55ê de jî serokweziretî kiriye.
Yilmaz sala 1991 heta 2002ê jî serokatiya partiya ANAPê kiriye.