Nivîskar Samî Mela Ehmedê Namî, bersiva pirsa Rojevakurd da û got: Mesûdê Berzanî bû ye hêviya miletê kurd, kar û xebateke bê sînor dikePirs: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye? Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?Helbestvan Mela Ehmedê Namî di helbesteke xwe de dibêje: Kurdistanê tû li jorî, em li der xakê beyanîEv ne jîne ko dibîtin, lê felek çerxek giraneSerxwebûna te dixwazin, ger çi qîmet zor bihayePir şehîdan xwîn firotin, bo te ên mayîn fidane Mixabin gelek yên weke Mela Ehmedê Namî ji jiyanê bar kirin û çavên wan bi Kurdistaneke azad neket. Lê va ye ez mizgîniyê didim wan pakrewanan da ko bi aramî di gorên xwe de razin û dibêjim: Mizgîn li we, va ye serokê herêma Kurdistanê kak Mesûdê Berzanî bû ye hêviya miletê kurd, kar û xebateke bê sînor dike ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe, karê wî karekî pîroz e, serketinê jê re dixwazim.De bere rêça wî her û her ronî be û xwedayê mezin wî biparêze.Gelek spas û serketinê ji we re jî dixwazim.Samî Mela Ehmedê NamîStockholm. 2016.09.10
Pêş
26/06/2025
Çanda neyekrêzî û hevdu neqebûlkirinê!!!
26/06/2025
Ocalan vegera serkaniya xwe, bila kesek xwe nexapîne..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rêveberên Xayîn û Dîrok23/06/2025