Polîtîk

Mesrûr Barzanî yasaya reform û çaksaziyê pejirand

Serokê Hikumeta Kurdistanê serpereştiya yekemîn civîna lîjneya bilinda bi cîhkirina yasaya çaksaziyê kir

Lîjneya bilinda bi cîhkirina yasaya reform û çaksaziyê rapora wezaretan pejirand.

Îro çarşem 08.04.2020 Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê li rêya vîdeo konferansê serpereştiya yekemîn civîna lîjneya bilinda bi cîhkirina yasaya çaksaziyê kir. Piştî wê peyrewa bi cîhkirina yasaya çaksaziyê li civîna Encumena Wezîran de pejirand û li rojnameya Weqayî Kurdistan jî hate belavkirin.

Li civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikumetê û Wezîrên peywendîdar beşdar bûn, guftûgo di derbarê mekanîzm û çarçêweya yasayî ya bi cîhkirina yasaya çaksaziyê kirin.

Serokê Hikumetê bi navê Encumena Wezîran tekez li wê yekê kir ku encamdana çaksaziyê beşekî girîngê karnameya kabîneya nehema Hikumeta Kurdistanê ye û armanca bi cîh kirina yasaya çaksaziyê jî pêkanîna dadperwerî û hêjabûne û divê hemû war û kertan jî li xwe bigre li dabînkirina maf û îmtiyazatên yasayî mûçexorên rastîn û hêjabûn armanca me ya serekiye.

Back to top button