Civak
Mesrur Barzanî teqîna li Stanbulê şermezar dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya Twitterê êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand, “Ez êrîşa tirsonek a îro li Stenbolê hat kirin bi tundî şermezar dikim.”
Mesrûr Barzanî herwiha dibêje, “Fikirên min li gel hikûmet û gelê Tirkiyê û qurbanî û malbatên wan e.”
Li aliyekî din, Yekîtiya Ewropa, NATO, lîder û wezîrên derve yên welatên Ewropayê, Iraq, Pakistan, Ukrayna, Urdun, Misir, Azerbaycan û Erebistana Siûdî jî derbarê teqîna li Stenbolê de peyamên sersaxiyê ji Tirkiyê re şandin û teqîn şermezar kirin.