Mesrûr Barzani: Referandûm biryarek wêrek a gelê Kurd bû
Serokwezîr Mesrûr Barzani di salvegera heştemîn a referandûmê de got: “Referandûm biryareke wêrek a gelê Kurd û roja serkeftina îradeya miletê me ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzani bi boneya salvegera heştemîn a referandûma Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKR) peyamek weşand.
“Salvegera referandûmê, roja biryara wêrek a gelê Kurd, roja serkeftina îradeya miletê me, roja hêviyê, li Serok Barzani, malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz be.
Heşt sal di ser referandûma dîrokî ya li Kurdistanê re derbas bûn
Heşt sal berê, di vê rojê de di sala 2017an de, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û deverên Kurdî yên li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê , bi coş çûn ser sindoqan da ku di referandûmeke dîrokî de çarenûsa xwe diyar bikin.
Encam îradeya piraniya gel nîşan da, ku bi rêjeya 92.7 ji sedî deng dan “erê” ji bo serxwebûnê. Îro, dema ku ew roj tê bîranîn, referandûm hîn jî wekî kartek siyasî ya bihêz û delîlek bê guman di destê Kurdan de dimîne.

