Mesrûr Barzanî: Piroseya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê gelek giring bû
Panela Merî 2024ê bi navnîşanê “Ber bi desthilatdariyeke durist û jiyarxweşiyê” Li Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe kir û du rojan dê berdewam be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, “Piroseya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê gelek giring bû, ji bo vegerandina rewatiyê ji bo hemî dezgeh û pêgehên hukimdariyê û desthilatê li Herêma Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Diviyabû berî du sala new hilbijartin hatibam kirin, lê ji ber hin sedeman û tekezkirina hin aliyan hilbijartin hatin paşxistin, heta ku gehişt wê rewşê ku daxwaza guhertina qanûna hilbijartinan hat kirin; herwesa daxwaza nehêlana kursiyên kotayan hat kirin, û daxwaza wê yekê jî hat kirin ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Bexdayê serperiştiya hilbijartinan bike.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Wan hemî tiştan wesa kir ku me li roja 20ê vê mehê hilbijartin kirin, bi tevlîbûnê 72% ya xelkê Herêma Kurdistanê, ku ev jî amajeyeke diyar e ku xelkê Herêma Kurdistanê şiyar e û bi dengdana bi wî alî yê ku wan bawerî pê heye diyar kir ku çi dixwazin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Niha ku em li benda encamên fermî yên hilbijartinan in, wê demê diyar dibe ku encam çawa ne. Ez hêvîdar im hemî alî bikarin qebûl bikin. Eger têbînî jî hebin, lê bê goman bi tevlîbûnê aliyên navdewletî diyar bû ku piroseyeke baş bû.”
Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Hemî aliyên siyasî yên ku tevlî wê piroseyê bûn wesa kir ku, piroseya hilbijartinan bi ser bikeve. Herwesa alîgirên aliyan jî bi tevlîbûna xwe wesa kir ku Kurdistan di wê piroseya siyasî de serkeftî be û ya yekê be.” herwesa got, “Gelek alî hebûne ku pêş hilbijartinan pêşbîniya encamekî kiriye, lê piştî hilbijartinan ku encam bi awayekî derkeftine, niha helwesteke din wergirtiye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Pêdivî ye êdî xelkê Kurdistanê fêm bike ku rastiyek heye, divê ew rastî bê qwbûlkirin, encamê vê piroseya hilbijartinan nerîna rastîn a xelkê Kurdistanê bû ku xelkê Kurdistanê bawerî bi kê aniye. Herwesa ew bizavên têkdanê ku gelek tişt bi awayekî din hatine wênekirin, niha ji xelkî re diyar bû ku çi bingeh ji bo wan gotinan nebûne, xelkî bi nerîna xwe diyar kir û eşkere kir ku çi paşerojê dixwazin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Her bi vî awayî jî PDK wekî partiya serkeftî ya vê piroseya hilbijartinan dê bi peyamên xwe re rastgo be ku peyama avedaniyê bû, peyama aştiyê bû, peyama pêkvejiyanê bû, peyama xweragiriyê bû. Ev peyam ji dilê PDKê derkeftine, eve w rêbaz e ya ku PDK li ser hatiye perwerdekirin, PDKê li ser kar kiriye, ji niha û pê de jî bi her kesekî re ku bixwaze tevlî hikûmeta bibe dê bizavên bike ku bersivdera hez û daxwaziyên xelkî be ku ew dixwazin welatekî aram hebe, welatekî pêşkeftî hebe, welatek hebe ku roj bi roj pêgavan biavêje.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Em dikarin ji we re bibêjin ku PDK û em li ser sozên xwe bi xelkê Kurdistanê re rastgo dibin.”