Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Pêdivîtiya me bi mana Amerîka û Hevpeymanan heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevpeyyvînek televizyona NBC a Amerîkayî re pêkanî û di hevpeyvîna xwe de got: “Awayê gefan hatiye guhertin. Em wesa difikirin ku ji aliyê serbazî, aborî û siyasî ve pêdivîtiya me bi arîkariyên zêdetir e, ji ber ku ew hevrikiyên niha ji gefên DAIŞê cuda ne. lewma jî em pêşbîniya zêdetir arîkariyan ji Amerîkayê dikin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Pêdivîtiya me bi zêdetir arîkariyên Amerîkayê heye. Merema me ew nîne ku pêdivîtiya me bi zêdetir serbazan heye. Nexêr, me pêdivîtî bi zêdetir şiyanên serbazî heye ji bo ku şiyanên serbazî yên Pêşmergeyên me bigehin astekî ku ne tenê bergiriyê ji xwe û xelkê xwe bikin, belkî bergiriyê ji hemî kesên ku li Herêma Kurdistanê ne bikin. Awayê gefan hatiye guhertin. Em wesa difikirin ku ji aliyê serbazî, aborî û siyasî ve pêdivîtiya me bi arîkariyên zêdetir heye, ji ber ku ew hevrikiyên berhingarî me bûne ji gefên DAIŞê cuda ne ku em bi hev re berhingar dibûn, lewma jî em pêşbîniya zêdetir arîkariyan ji Amerîkayê dikin. Hevpeymanên me yên Amerîkayî ji me re dibêjin ku ew dixwazin Kurdistaneka bihêz bibînin. Çawa? Yanî pêdivî ye em ji aliyê aborî, siyasî û serbazî ve bihêz bin, ji bo ku em bikarin li beranberî gefan xwe biparêzin”.

Berdewamiya axvtina xwe de Barzanî got: “Dema em dibêjin ku pêdivîtiya me bi zêdetir arîkariyên Amerîkayê heye. Merema me ew nîne ku pêdivîtiya me bi zêdetir serbazan heye. Nexêr, me pêdivîtî bi zêdetir şiyanên serbazî heye ji bo ku şiyanên serbazî yên Pêşmergeyên me bigehin astekî ku ne tenê bergiriyê ji xwe û xelkê xwe bikin, belkî bergiriyê ji hemî kesên ku li Herêma Kurdistanê ne bikin”.

Mesrûr Barzanî di derheqa rawestandina petrola Herêma Kurdistanê de jî amaje da, “Rawestandina hinardekirina petrolê û nedana budceya Herêma Kurdistanê bargiranî çê kiriye û xelk tûşî arêşeyan bûye. Kompaniyên biyanî jî ku hejmareka wan Amewrîkayî ne û li Herêma Kurdistanê weberhênan kiriye tûşî arêşeyan bûne. Lê Serokwezîrê Îraqê niyeta xwe ya pakij diyar kiriye û hêvî heye ku arêşe bên çarekirin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa zêdebûna aloziyên deverê de jî got, “Em pênaseya terorîzmê baş dizanin. Giring nîne kî li pişt kiryarên teroristî ye, pêdivî ye em rêyê li kiryarên teroristî bi xwe bigirim. Pêdivî ye em berhingarî terorzîmê bibin, ne ku yên li pişt kiryaran in”.

Dawiya axavtina xwe de dibêje:“Amerîka dikare zêdetir ji wê yekê bike ku tenê di dema kuştina serbazên wê de bi rengekê sinordar bersivê bide. Dikare sîstema bergiriya asmanî û çekê pêşkeftî bide Pêşmergeyan û zêdetir rahênanan bi Pêşmergeyan bike”.

Back to top button