Polîtîk

Mesrur Barzani: Ji bo destpêkeke nû piştevaniya te dikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidestxistina baweriya Parlamentoya Iraqê ji bo kabîneya nû, pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî   li ser Twitterê ragihand, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye û ew dilniya kiriye ku ji bo destpêkeke nû ya di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de piştevaniya wî dike.

Mesrûr Barzanî derbarê vê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez îşev bi telefonê ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî axivîm û min ew dilniya kir ku ji bo destpêkeke nû ya di pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de piştevaniya wî dikim, ku bibe sedema pêşvebirina hevahengî û gotûbêjê li şûna milmilanî û rûbirûbûnê. Pêwîstiya welat bi vê cûre hevbeşiyê heye.”

Back to top button