Nivîsar

Kurdistan Zîn e, lê em nebûn Mem.

Bi ser ku armanca netewperestîya milletên blindest azadîya wan û welatê wan e û ev yek ji alî piranîya Kurdan û partîyên wan ve kêm zêde tê zanîn jî, dîsa jî em xwe dûrî netewperestîyê digrin û bi hizra dagîrkerên xwe nêzîkî netewperestîyê dibin.

Nûrî Çelîk 

Netewperestî çi ye, em Kurd çiqasî netewperest in û me çi ji netewperestîyê fêhm kiriye. Gelek pirsên ku bê bersiv mane, yan jî bersivên ku li gor îdeolojî, rêbaz ûberjewendîyên tevger yan partîyan hatine dayîn, hene.Lê me ji wan bersivan çi fêhm kiriye, em çiqasî ji wan bersivan re sadiq mane, me çiqasî erka xwe bi cîh anîye, cîhê şik û gumanê ye.

Netewperestî hezkirina millet, girêdana bi xakê û evîndarîya niştiman e. Netewperestî ne hezkirin û evînek demkî ye, girêdan û evînek kûr û bê sînor e. Çawa ku Mem xwe li ser evîna Zînê kir, çawa ku Ferhad ji bo Şîrîn çiya qul kirin, çawa ku Mecnûn ji bo Leyla bi çolan ket, û çawa ku Siyabend ji bo Xecê can da, netewperest jî divê wek wan evîndaran bi evînek xas û bê sînor bi millet, welat, ziman û çanda xwe ve girêdayî bin. 

Millet û netew ji yekîneya ziman, ol, kok, niştiman, dîrok û berjewendîyên civakê pêk tên. Kesên netewperestaîdîyet, hişmendî û hesten xwe ji civaka xwe digrin. Ji ber vê, divê netewperest wek goşt û nenûkê bi civaka xwe ve bê girêdan û nirxên civaka xwe biparêzin, jê hez bikin û xwedî lê derkevin. Yanî, divê evîndarê civak û nirxên civaka xwe bin û jê re bibin Mem, bibin Ferhad, bibin Mecnûn û Siyabend. Heger evîna millet û netewî di hest û helwesta wan de nemeyê û şax û perên xwe bernede, netewperestî di hiş û bedena wan de nameyê û kamil nabe. Netewperestîya nekemilî û nemeyayî meriv ji nirxên civaka xwe dûr dixe, hişmendî û hestên dûrî civaka Kurd bi meriv re diafirîne û meriv davêje hembêza hişmendî, hest û îdeolojîyên biyanî.

Gava em dên û bala xwe didin netew yan kêmneteweyên din, dibînin ku ji çep û rastên wan bigrin heta bi oldar û neoldarên wan netewperest in. Belkî di gotinên girover de xwe wek merivhez û parêzerên mafê merivan bibînin. Lê gava berjewendîyên millet û welatê wan tê holê yan dikevin xeterê, kirasê merivhezîyê ji xwe dikin û rûyê xwe yê rast eşkere dikin. Û gelek caran ev netewperestîya wan sînorê netewparêzî yan netewperestîyê diçirîne û xwe dighîne asta nîjadperestîyê jî. Her çiqasî nîjadperestî asta herî bilind a netewperestîyê be jî, ev yek li gor şert û şirûtên milletên serdest û bindest tê guhertin. Netewperestîya milletên serdest wek nîjadperestî û netewperestîyê milletên blindest jî ji bo azadîya millet û rizgarîya welêt mafekî rewa û dûrî nîjadperestîyê tê qebûlkirin. Bi kêmanî di hizra çepîtîyê de wilo ye. 

Gorbihuşt Mûsa Anter ev yek bi zimanekî zelal anîbû ser zimên û digot :” Ez netewperestekî Kurd im. Netewperestîya min wek netewperestîya Nazîyan, Faşîstan û Tûrancîyan nîjadên din piçûk nabîne û serdestîyê li wan nake. Armanca netewperestîya min azadîya milletê min ê perîşan û bindest e.

Bi ser ku armanca netewperestîya milletên blindest azadîya wan û welatê wan e û ev yek ji alî piranîya Kurdan û partîyên wan ve kêm zêde tê zanîn jî, dîsa jî em xwe dûrî netewperestîyê digrin û bi hizra dagîrkerên xwe nêzîkî netewperestîyê dibin. Dagîrkerên me dibêjin “em tev misilman in û brayên hev in, netewperestî heram e” û bi gelek mahneyên din Kurd ji hizra netewî û netewperestîyê dûr xistine û dixin. Ji ber vê, çi siyasî çi ne siyasî, piranîya me Kurdên Bakur di bin bandora operasyonên hizrî yên dewletê de mane û çawa ku cin ji hesin ditirse, em jî ji netewperestîya xwe ditirsin û xwe jê dûr digrin. Ev yek bûye sebebê ku em Kurd xwe nas nekin, ji nirxên xwe dûr bikevin û bi kirasê enternasyonalîzm û ummetperestîyê înkara xwe û doza xwe bikin. 

Bi kurt û Kurmancî; netewperestîya me ji bo azadîya milletê me yê blindest e. Netewperestî ji milletên serdest û dewletên dagîrker re çiqasî helal be, ji me re jî ewqasî helal e. Çawa ku evîna Mem û Zînê kûr û ji dilê safî bû, divê netewperestîya me ya Kurd û Kurdistanî jî ewqasî kûr û safî be.

Back to top button