Mesrûr Barzanî êrîşên Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşên îro yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê û Zirguwêzê şermezar kir û got, ew êrîş “binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê” ye.
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2022an Enstîtûya Dahênan û Nûbûna Kurdistanê li Hewlêrê hat vekirin.
Di merasima vekirina enstîtûyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de êrîşên îro yên li sînorê navîeya Koyê û gundê Zirguwêzê şermezar kir.
Mesrûr Barzanî êrîşên li ser Koye û Zirguwêzê weke “binpêkirina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê” bi nav kir.
Îro baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve bi mûşek û dronan hatin armanckirin.