Polîtîk

Îranê li başûrê Kurdistanê êrîşê baregehê PDKÎ kir

Îranê bi fûzeyan êrîşê baregehê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Qaymeqamê Koyê, Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, bi mûşekan êrîşî baregeha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) hatiye kirin.

Qaymeqamê Koyê diyar kir, bi 3 mûşekan êrîşî baregeha PDKÎ hatiye kirin.

Şahidekî ji navçeya Koyê ji Rûdawê re ragihand, beriya kêliyekê mûşeka çarem jî li baregehê ket.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Heme Salih Qadirî ji Rûdawê re ragihand, baregehên wan li Koyê bi mûşekan hatine armanckirin û got, ji bilî kelehê hin cihên derdora kelehî jî hatine armanckirin.

Back to top button