Polîtîk
Mesrûr Barzanî: Daxwaza Kurdistanê cîbicîhkirina destûrê ye
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand, ku daxwaza herêma Kurdistanê bicîh anîna hemû madeyên destûra mayînde ya Iraqê ye.Li gor daxuyaniya ku wêneyek ji BasNewsê re hatiye rêkirin de îro 24.01.20183e Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Australia yê Iraqê Christopher Lagman civiya.Di daxuyaniya derbarê hevdîtinê de hate ragehandin ku Christopher Lagman piştgiriya welatê xwe bo herêma Kurdistanê ya pêşketî û yekgirtî diyar kiriye û ragehandiye ku ‘’Em piştgiriyê didin mafên destûrî yên herêma Kurdistanê’’Balyozê Australia hêviyên xwe anîn ziman û got, hêvîdarim helbijartinên parlamentoya Iraqê û herêma Kurdistanê bi serkeftî birêve biçin û bibin sedemê destpêka çareseriyên pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê.Li hember vê yekê Mesrûr Barzanî jî ragehand, daxwaza herêma Kurdistanê bicîh anîna hemû madeyên destûra Iraqê ye û bi taybet jî madeya 140 e. Çarenivîsa Kerkûk û navçeyên din ên dagirkirî bi wê madeyê ve zelal dibe.Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê pêwîst zanî ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi coreyekê bê asayî kirin, ku hemû pêkhate hest bi piştrastî bikin û di hewayeke asayî de bikarin beşdarî helbijartinan bikin.Mesrûr Barzanî diyar kir, ku herêma Kurdistanê beşek bi bandore li hevpeymaniya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de.