Civak

Mesrûr Barzanî Cejna Remezanê li Musilmanên Kurdistanê pîroz dike

Bi minasebeta  Cejna Remezanê, Mesrûr Barzanî, Şêwirmendê civata ewlekariya Herêma Kurdistanê peyameka pîrozbahêyê arasteyê misilmanên Kurdistanê û cîhanê dike.

Daxûyanî:

Bi navê xwedê mezin û mihriban

Bi boneya cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekarî, dezgehên ewlekarî, polîs û misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Daxwaza ji yazdanê dikim ku îbadetên tevahiya aliyan qebûl bike û rihê şehîdên me bi ceneta xwe şad bike û birîndarên me jî şefa bide.

Hevdem li gel berçav girtina xebata berdewam û qurbanîdana gelê me bo gehêştin bi armancên xwe, hêvî dikim ku ev cejna han handerek erênî be bo bihêztir kirina bihevre kar kirinê bo Kurdistaneke bihêz yaku li gor daxwaz û hêviyên welatiyên Kurdistanê de be.

Her bi vê minasebeta han hêvî dikin ku tundûtîjî, şer û karesat li deverê de bi dawî werin û aştî û aramî zal bibe.

Birayê we

Mesrûr Barzanî

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

3.6.2019

Back to top button