Cîhan

Mesihiyên Ewropa rastiya mesihiyên Iraq û Kurdistanê nabînin

Çekdarên DAÎŞê li Musilê û deverên di bin destê wan de, zilm û zoradariya xwe li himber Mesihiyan û Kurdan berdewam dikin.

Ji berî niha çend rojekî daxuyaniyek derxistin û daxwaz kirin ku herkesî mesîhî be, divê Musilê bi cih bihêle. Yê bi cih nehêlin divê bacekê mezin bidin da ku neyên kuştin. Baca mesihiyan li serê kesekî 550.000 dînarê Iraqîye. Piştî vê gelek mesîhî Musil terikandin berê xwe dan Kurdistanê. Niha jî bi hezaran penaberên mesihî li Kurdistana Başûr cih bûne. Piraniya mesihiyan li bajarê Duhok û li Hewlêrê cih bûne.

Serokwezîrê Kurdistanê ji bo rewşa Mesihiyan û parastina wan bangawaziyek navdewletî kir. Herweha Hukumeta Kurdistanê li gora imkanên xwe arîkariya penaberên Mesihiyan dike.

Ji xwe nêzikî milyonekî insan niha ji nav deverên ereban rewiyane û li Kurdistanê bûne penaber. Mecala Hukumeta Kurdistanê jî heta cihekiye. Ji ber ku nêzikî 300.000 ji Kurdistana Rojava û ji Suri jî xelkek penaber li Başûrê Kurdistanê heye.

Ji aliyek din li hinek deverên Ewropa cardin hinek rêxistinên mesihiyan yên ji rastiya Kurdistanê û Iraqê dûrin Kurdan di derbarê mesihyan de tawanbar dikin û heta dibêjin ku Kurdan cih û warên mesihiyan dakir kiriye.

Federasyona Suryaniyan li Swêd dezgehek ji wane ku van îdiayên pûç dikin. Ji berî herkesekî pêwiste ew mesihiyên rastiyê dibînin bersiva van bazirganên siyasî bidin.

Back to top button