Civak

Mele Mihemedê Pîran çû ser dilovaniya xwe

Mele Mihemedê Pîran di sala 1924ê de li gundê Himbêl Dicle/Amed hatiye dinê.

Encama serhildana Şêx Seid dihata bîra wî. Di gencetiya xwe de li ba malbata Şêx Seid Pîran dest bi feqetiyê kir. Nêzikî 12 salan dersên dînî girtin. Sala 1958ê dest bi melatiyê kir. Wê demê Mele Mistefa Barzanî nû ji Sowyetê vegeriyabû.

Mele Mihemed Pîran li ba karê xwe yê melatiyê dest bi siyaseta kurdaniyê kir. Sala 1963-64 ji Xerpêtê vegeriya Amedê.Hingê Seid Elçî nas dike û di damezirandina PDK-T de cih digre.

 

Ji sala 1965 heta 1990 di sekirdeyatiya partiyê de xebata xwe dom kir.

Di dema xebata xwe de neçarê sirgunê bû. Di encam de ji sala 1986 ta 1991 li Awusturya maciriyê de ma. Di hemû jiyana xwe ya siyasî de girêdayê rêbaza Mele Mistefa Barzanî ma.

Roja 20.07.2014ê çû ser dilovaniya xwe.

Rojevakurd

Balkêş e ?
Close
Back to top button