Kultur
Mesaja hikûmeta Kurdistanê bo êzidiyan
Serokatiya hikûmeta Kurdistanê, bi minasebeta cejna Cemayê ya êzidiyan, mesajeke pîrozbahiyê pêşkeşî tev êzidiyên cîhanê û bi taybetî yên Kurdistanê dike.
Ev li jêr teksta mesaja seroktiya hikûmeta Kurdistanê:
Bi minasebeta hatina cejna Cemayê ya xûşk û birayên êzidî, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkeşî xûşk û birayên kurdên êzidî li Kurdistanê û li her cîyekî lê bin dikîn. Em hêvîdar în ku, cejna Cemayê cejna xweşî, şadî û cejna xurtbûna pêkvejiyana bi aşitî di navbera tev ol, mezheb û neteweyên Kurdistanê û cîhanê be. Cejneka aram û pir xêr û xweşî bo xûşk û birayên êzidî dixwzîn û hemû rojên wan her cejin û şadî bin.
Serokatiya hikûmeta Kurdistanê
Hewlêr 06.10.2012