Meşa Aşîtiyê a Halîl Savda dewam dike. Redkiriyê Ujdanî Halîl Savda, roja aşîtiyê a cîhanê, 1ê Îlonê li Roboskiyê dest bi meşa xwe kiribû. Armanca wî ev e ku, heta paytexta Tirkiyê Enqereyê bimeşe. Bi vî awayî ew ê 1300 kîlometre, ji bo aşîtiyeke mayînde bimeşe. Niha di 28. roja destpêkirina meşê de ye. Di nav van rojan de Savda, ji Roboskiyê xwe gihande Dîlokê. Li ser rê, Savda, ji aliyê kesên ku hatine mexdurkirin ve rasta eleqeyeke mezin tê. Dîsa ji aliyê gellek kesan ve jî piştgirîyê digre û bihev re dimeşin. 

Halîl Savda, bi taybet destpêka meşa xwe ji gundê Roboskiyê da destpêkirin. Dîsa roja destpêkirina meşê jî gellekî girîng û bijarte bû. Çimkî meşa redkiriuê ujdanî Halîl Savda, 1ê Îlonê destpêkiri bû. Ew roj, roja aşitiyê a cîhanê ye.

Di meşa Savda de, leşkerekî ku berê 2 sal û 3 meha di destê PKKê de mabû yê Samsunî jî demekê cihê xwe girt. Ligel wî, hin aktîvîstên din jî bi Savda re meşiyan.

Tê payîn ku meşa 1300 kîlometre a Halîl Savda, di raja 40. de li Enqereyê bi waî bibe.   

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: