Ji Ewrupayê nexşeya Kurdistanê

Ji aliyê Komeleya Gelên Bê Dewlet û Kêmnetewên Ewrupa (Eurominority) ve nexşeyek hate weşandin. Nexşeya ku ji aliyê Enstîtuya Kurd a Parîsê û Eurominority ve hatiye amadekirin, bi du zimana, Kurdî û Îngilizî hatiye xêzkirin. Di nexşeyê de aliyekî Kurdistanê xwe digihîne Behra Spî ku hinekî Hatayê jî têde ye, aliyê din heta Koçgîrî, Elbistan, Mereş, Erzincan, Erzirom, Qers û Agiriyê dirêj dibe. Di nexşeyê de, Kerkuk û Musul jî beşdarî xaka Kurdistanê hatiye kirin. Dîsa bajarên Kurdan yên Rojava jî, di nexşeyê de tevlî xaka Kurdistanê hatiye kirin. 

Doh jî ji aliyê rojnameya Amerîkî New York Timesê ve, nexşeyek hatibû xêzkirin û di wê nexşeya bi navê “Nexşeya Nû a Cîhanê” de, Kurdistana Başûr, wek dewleteke serbixwe hatibî nîşandan.

Nûçeyên bi vî rengî yên ku di çapemeniya cîhanê de derdikevin, bala çapemeniya tir zêdetir dikişîne û her tim bi îfadeyên “qaşo” bilêv dikin. Ev du rojin ku li ser hev, du nexşe, yek ji aliyê Amerîkayiyan ve yek jî ji aliyê Ewrupayiyan ve têne xezkirin û weşandin. Çapemeniya tirkiyê, vê watedar dibîne û wek “dixwazin tirkiyê dabeş bikin” dinirxîne.  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: