Ocalan bi tundî çelakiyên PKK-ê rexne dike
Eve demek e di navbera hukumetê û PKK-ê de şerek dijwar û bê mane heye. Di vî şerî de bi seden bi sedan genc hatin kuştin. Başe encam çiye? Yan jî dê encam çibe? bersiva vê pirsê kesek nikare bide.
PKK/BDP îdia dike ku hukumet rê nade kesek Abdullah Ocalan bibîne û tecrîtek li ser Ocalan heye. Ji bo vê gelek xwepêşandan û çelakî hatin darxistin.
Lê daxuyaniya wezîrê Dad a Tirkiye eşker bû ku Ocalan naxwaze li gel parêzerên xwe hevdîtinê bike, lê malbata xwe dibîne. Gelo hayê PKK/BDP ji vê tunebû? Ev jî pirseke.
Herweha wezîrê Dadê ragihand ku “ Mimkine cardin pêvajoya Oslo bê berdewam kirin û Ocalan jî dikare tevlî vê pêvajoyê bibe“
Serokwezîrê Tirkiye Recep Tayib Erdogan ji di bernameyek televizyonî de ragihand ku, divê cardin hevdîtin destpê bikin û Ocalan jî tevlî van hevdîtinan bibe.
Niha li gora nûçeya rojnama Tirkî Huriyetê, 21 meha Îlonê Birayê Ocalan cardin ew dîtiye û hevdîtinê de parezerek jî amade bûye.
Di vê hevdîtinê de Ocalan PKK bi tundîrexne kiriye. Ocalan gotiye: Çelakiyên ku PKK di van demên dawîde dike hemû bê berpirsiyariyek e.Ev êrîşên PKK-ê pirên heyî di navbera gelan de radike. Ji bo ev cewazî werê sekinandin tişta ji destê min werê ezê bikim.
Lê heta niha ne malbata Ocalan û nejî PKK/BDP di vê derbarê de tu daxuyanî nedan e.