Nivîsar

Mêrên bi çil mêrî

Ew kesên ku piranîya wan li Ewropayê dijîn û di rewşek azad û bê tirs de dijîn, reha mêranîyê hat wan, bi navtêdan û sloganên qelew dest bi nivîsan kirin û aqil dan Kurdên Bakur û bi taybet Amedîyan.

Nûrî Çelîk

Berê mêrên bi sed mêrî hebûn. Mêr bûn, xwedîyê gotina xwe bûn û di şer û pevçûnan de cengawer bûn. Hinek jî hebûn tenê ji bo navtêdanê bûn. Newêrek bûn, ne yên şer û pevçûnan bûn, hunera wan tenê navtêdan û zimandirêjî bû. Di şer û şevçûnan de nav di zarokên xelkê didan, ew dişandin mirinê û xwe didan alî.

Gelek Kurdên ku berê şûr simbêlê wan nedibirî û xwe wek mêrên bi sed mêrî nîşan didan, îro daketine asta “mêrên bi çil mêrî”. Belkî hûn bêjin mêrên bi çil mêrî jî nîmet û lehengîyek mezin e. Lê ezê bêm ser mesela mêrên bi çil mêrî.

Kurdistan wêran bû. Kurd derbeder, koçber bûn, hatin kujtin û ber bi tunebûnê ve diçin. Asîmîlasyon ji xwe wek jenosîdekê bi ser Kurdan de barîyaye. LI hember van kiryarên neinsanî Kurd bêdeng man, dengê xwe derxistibin jî dengekî bê bandor û li meydanê tu bertekek mezin nîşan nedan. Rêxistin û partîyên me bi kiryarên xwe, bi zimandirêjî û çîrokên xwe Kurd xeyalşikestî kirin, hêvîyên wan vemirandin, bahwerî bi wan re nehiştin û ew ji mêranî xistin. Ji alîyekî dewletê, ji alîyê din partî û siyasetmedarên ku li ser navê wan navtêdan li wan dikirin, ew xesandin. Kurd xistin halekî ku êdî ji qesasên bav û brayên xwe re bêjin em brayên hev in. Kurdên ku bi malê xwe, bi canê xwe, bi xwîna zarokên xwe her fedakarî kir û bedêlek mezin da, êdî bi gotin û çîrokên berê nayên xapandin, bi navtêdan û şabaşan danakevin qad û meydanan. Ji ber têra xwe xwêya xwe xwarine û êdî taqat bi wan re nemaye. Êdî naxwazin zarokên xwe di ber rêyek xeyalî de feda û heba bikin. Qîma xwe bi windabûn û asîmîlasyonê tînin, dixwazin zarokên wan jiyanek rehet û xweştir bijîn û neyên kujtin. Heman hest û helwest ji bo Kurdên Ewropayê jî wilo ye. Kurdên Ewropayê jî çavên xwe ji windabûn û asîmîlasyonê re digrin û zarokên xwe ji xebata Kurdayetîyê dûr dixin. Bi taybet  serok û rêvebirên rêxistin û partîyên Kurd naxwazin mêş li ser zarokên wan deynin û wan ji xebat û tevlêbûna karên siyasetê dûr dixin. (Ez jî di nav de)

Werhasil, emê bên ser mesela alê, ser helwest û navtêdanên siyasetmedarên me. 

Berî du sê rojan polîsên Amedê bi ser dezgehên PAK, PSK, TEVGER û HEREKETA AZADÎ ve girt û alên Kurdistanê dan hev. Li ser vê bûyerê, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên ku li hember wêrankirin, koçberkirin, kujtin û talankirina Kurdan bêdeng bûn yan jî ji qirikê pê ve deng derdixistin, rabûn ser tapanan û wek mêrên bi çil mêrî bûn cengawer. Heçê nizanibin wê bêjin qey Ristemê Zal ji tirbê rabûye û navtêdan û halanên şer û pevçûnan dide. Ew kesên ku piranîya wan li Ewropayê dijîn û di rewşek azad û bê tirs de dijîn, reha mêranîyê hat wan, bi navtêdan û sloganên qelew dest bi nivîsan kirin û aqil dan Kurdên Bakur û bi taybet Amedîyan. Gelek kesan kiryarên polîsên Tirk şermezar kir û bang li Amedîyan kir ku li ala xwe xwedî derkevin û vê tirê ji polîsên dewletê re nehêlin. Herkes dizane ku haya piranîya Amedîyan ji ala Kurdistanê tuneye û tew ne xema kesî ye jî. Herkes dizane ku Amed yek ji navendên asîmîlasyonê ye û belkî piranîya wan ala Kurdistanê jî nas nakin. Bi navtêdan û şabaşan ne Amedî li ala Kurdistanê xwedî derdikevin û ne jî girtina ser dezgehên partîyên Kurd xema wan e. Navtêdan û sloganên qelew wek ku meriv bayekî ji ber xwe berde û xwe rehet bike. Ji xapandina xwe û me pê ve ne tu tişt e. 

Demên berê trimpêl tunebûn, bazirganî bi karwanan dibû. Malmezin û bazirganên wê demê bazirganîya xwe bi karwanan dikirin. Hingî rêbir û heramî diketin pêşîya karwên û ew karwan dişelandin, bazirgan ji ber wan ketibûn helakê. Rojekê bazirganek dixwaze ji xwe re cengawerekî ku karibe rêbir û heramîyan bikuje bigre. Werhasil, bazirgan yekî  bi navê „ mêrê bi çil mêrî” dibîne û wek parêzerê karwên digre kar. Carekê, du car, sê caran rêbir û heramî karwên disekinînin, talan dikin lê deng ji mêrê bi çil mêrî dernakeve, desthilanîn jî çênabe. Cara çar û pênca rêbir û heramî karwên dişelînin û dixwazin derpîyê mêrê bi çil mêrî jî jê bikin û bibin. Yanî, mesele bûbû mesela namûsê. Cengawerê me gava dît wê heramî derpî jê bikin, mêranîya wî hatê, desthilanîn jê çêbû û ket nav heramîyan, hemû kujtin. Piştî heramî safî kir, vegerîya ser bazirgên û got: „ Te dît ne, min digot ez mêrê bi çil mêrî me te bawer nedikir”. Bazirgan lê vegerand û got: „ De bicehime û dev ji kar berde, tu ji min re ne lazim”. Mêrê bi çil mêrî ecêbmayî ma: „ Çima, wa te bi çavê xwe mêranîya min dît”. Bazirgan got: „ Ezê ji ku li benda te û heramîyan bim heta ku derpî ji te bikin mêro”.

Werhasil, ev jî mesela me û mêrên bi çil mêrî ye. Gelek ji siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên me heta derpî û namûs nekeve holê, pozê wan naşewite û riha wan a mêranîyê ranabe.

Ma ji bo şewata poz û rabûna riha mêranîyê divê tenê ala Kurdistanê bê topkirin bavê min!  

Back to top button