Nivîsar

Di hinek pêvjoya de Pirsgêrêka Kurda Kurd! bi xwe ne

Li Tikiye siyaset bi awyek gelek ecêb tê rêvebirin, her aliyek ji bo desthilatekî destve bîne hemû rêya dicerbîne û di siyaseta xwe de tu pîvana nasnake. Niha Tirkiye û bakurê Kurdistanê ketiye pêvajoya hilbijartinên parlementoya Tirkiye û serkkomarê Tirkiye de.

Desthilat û muxalefet bi hemû awayî êrîşê hev dike û qet guh nadin normên ehlaqî. Her aliyek li gora xwe vekirî dibêje ku, di van hilbijrtinan de dengê Kurda encama hilbijartina tayîn dike. Dengê Kurda bi du awayî têne hijmartin, Kurdên dengê xwe didin HDPê û Kurdên ji derê HDPê. Kurdên ji derê HDPê behtirin û hesabek taybet ji bo wan tê kirin û ev Kurd ne oraganîzekirîne. Lê yên deng didin HDPê bi awayek din ketine di nava tevgerek cuda de.

Ji bo hilbijartina herkesek, aliyen siyasî texmina dike û rapirsînên nehînî çêdikin. Aliyên siyasî li gora rapirsînên ku li dartêxin helwesta xweli gora herêma kifşdikin.

Dema behsa hilbijêrên Kurd tê kirin du beş hene. Beşek li Kurdistanê li bjarên xwe dijîn, beşek jî eve 40-50 salin koçber bûne li bajarên Tirkiye dijîn. Partiyên siyasî li ser van herdû beşên Kurda hesaba dikin. Soza didin, dibêjin emê pirsa Kurd çareser bikin. Lê mixabin hemû gotinin valane û dema hilbijartin xilas dibin kesek haj kesekî namîne.

Ev ji ji roja roj heta niha bi vî awayiye. Nehatiye guhertin û heta kurd bi vî awayî tevbigerin jî nayê guhertin. Hinek partiyên Kurda ku di hilbijartinan de tu giraniya wan tuneye , behsa mafê Kurda dikin û mafê Kurda yê rewa diparêzin. Lê taybetî derdek ê HDPê ji bo Kurda tuneye.

Gelek cara berpirsên HDPê daxûyaniya didin, lê daxûyaniyên wan dimînin di devê wan de, ji ber ku dema berpirsekê PKKê daxûyaniyekî dide tu qîmetê daxûyaniya wan namîne.Piraniya xelkekî ji bo herin parlementoyê derdora HDPê tên diçin. Niha kifşbûye ku, Îmralî li gel desthilatê tevdigere û Qendil hêja biryara dawî nedaye.HDP di nava van herdu nawendan de tê û diçe. Tenê çepên Kemalîstên di nava HDPê de li himber helwesta Îmralî dengê xwe bilind dikin, ji ber ku ew tu cara naxwazin dengên HDPê berbi desthilata heyî ve herin.

Li bakurê Kurdistanê nirxên netewî bi destê PKKê di çeçoveya projeyek berfireh de hatine ji navbirin. Ji bo vê yekê jî piraniya kurda li gora berjewendiyên xwe yên rojane tevdigerin û pirsa Kurd bi tenê ji xwe re dikin wek zemînek ku bukaribin bighin armancên xwe yên kesayetî. Di ratsiya xwe de Kurd û Kurdistanî ne di xema wan de ye.

Gelek tişt hene ku ji bo siyaseta PKK/HDPê mirov bêje. Berê xwe bidinê ji berî çendekî endama Komiteya Nawendî ya PKKê Helin Umîd daxûyaniyek li ser rewşa rojavayê Kurdistanê di kanalek televizyona PKKê de da . Nûçe bi vî awayîbû:

“ Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Umîd eşkere kir, wan rê li planeke Amerîkayê girtiye, ku dixwest herêmek weke Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê damezrîne.

Hêlîn Umîd beşdarî bernameya taybet a Medya Haber a ser bi PKKê bû û ragihand: ‘’Eger PKK nebûya, Amerîkayê dê sûd ji rewşa Rojavayê Kurdistanê wergirtiba û herêmek weke Herêma Kurdistanê dê pêk bianiya.’’

Bê ku nirxandinek bê kirin rewşaPKKê eve. Li bakur jî hemen tişte,PKK rastiya xwe û armancên xwe vekirî dibêje. Lê mixabin welê civak hatiye tehrîb kirin ku, Kurd naxwazin vê rastiya heyî bibinin.

Dixweyê di roja me de pirsgireke ka Kurdan ya herî mezin jî ev e.

21.12.2022

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button