Mêrdînî: Em hêvîdarin ev serdan ji bo dewletbûnê bibe pengavek
Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ku ev demeke nêzîke li bajarê Amedê hatiye damezrandin, lê belê her ji ber navê xwe (KURDISTAN) demeke dirêj li rojeva Kurdistan û Tirkiyê de cîh girt. Her wiha bi çalakî û semînerên xwe yên balkêş, bala gelek niştimanperweran kişand xwe. Li vê pêvajoya hatina Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebook ê ragihandin ku ji bo pêşwazîkirina Barzanî dest bi amadekariyan dikin. Ji bo zêdetir zanyarî wergirtinê me bi pêwîstî zanî ku li gel Serhad Mêrdînî vê hevpeyvîna biçûk encam bidîn.
Li ser pirsiyara me ya gelo Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê çawa dinirxîne.?
Mêrdînî dibêje: Em di rewşeke wiha de ku li Rojhilata Navîn guhertinên bingehîn çêdibin, ku ev guhertin ji bo miletê Kurd bigihê mafên xwe yên netewî derfetan derdixe, bi taybetî pêvajoya aşityê ku li Tirkîyeyê tê meşandin û guhertinên li Rojavayê Başûrê kurdistanê tên jîyandin serdana Serokê Kurdistanê Rêzdar Barzanî girîng dinirxînin. Em hêvîdarin ku ev serdan ji bo dawî lê hatina vî şerî ku 30 sale tê meşandin bibe bingehek.
Başûrê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe. Ji bo qebûlkirina vê dewletbûnê ji alîyê welatên cîranan jî em hêvî dikin ev serdan bibe pêngavek.
– Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Komeleya we çima ewqas girînge?
Berî her tiştî Rêzdar Barzanî, ji kevneşopîya têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî û ji General Mistefa Barzanî tê ku em wî ji xwe re mînak digirin. Serok Barzanî bi sekna xwe yê Kurdînî ne tenê ji bo komeleya me ji bo hemû Kurdên welatperwer mînakeke li ber çav û mînakek baş e. Di heman demê de Serok Barzanî di nav qada navnetewî de bi awayeke fermî temsîlîyeta Kurdan dike. Bi vî awayî ji bo me Kurda sembola destkeftinên netewî ye. Loma divê em wekî Kurd xwedî li destkeftinên xwe derkevin.
– Li ragihandinê de hatiye belavkirin ku hun ji bo pêşwazîkirina Serok Barzanî amadekariyan dikin, gelo ew amadekariyên we gihîştine çi astekî û hûn dixwazin di vê serdana Barzanî roleke çawa bibînin?
Berî her tiştî em dixwazin di serdana ku Serok Barzanî li Dîyarbekir bike em ji herkesî nîşan bidin ku ew li wê dere ne mêvan e, xwedîyê malê ye. Wekî Pêşewa Qazî Mihemed dîyar kiribû bo Mele Mistefa, ew ji xurfeyek mala xwe derbasî xurfeya din dibe. Em wekî Tevger dixwazin wî tiştî nîşanî hemû cîhanê bidin. Li ser vî esasî, ji bo pêşwazîkirina Serok amadekarîyên me berdewam e.
Em ne tenê li Dîyarbekir, li bajarên derdorê jî ji bo gel were pêşwazîya Serok vê xebatê dimeşînin. Li Dîyarbekir belavokan bela dikin, Alayên Kurdistanê amade dikin danûstendina bi sazîyên civakî yên sivîl dikin û bi vê minasebetê me serdana şaxa Ak Partîyê ya Dîyarbekirê kir. Me bernameya xwe yê pêşwazîkirinê bi wan re parvekir.
Em hêvîdarin ku miletê Kurd wê rojê bi coşeke mezin pêşwazîya Serokê Kurdistanê bike. Bi rêya we em dixwazin careke din ji raya giştî re ragihînin ku roja şemîyê di saet 17:00 de emê li ber avahîya otela Green Parkê li hev bicivin.
– Gelo di vê bernameyê de, an ku di bernameya we de heye ku birêz Barzanî serdana Komeleya we jî bike? Ji bo vê tu xebat û hewldanên we heye?
Serokwezîrê Tirkîyeyê Erdoğan û Serokê Kurdistanê Brêz Barzanî di çarçoweya bernameya xwe de wê bi sazîyên civakî yên sivîl re civînekê çêbikin. Em jî wek komeleyê vexwendîyê vê civînê ne. Ji bo serdana komeleyê em niha nikarin agahîyek bidin. Lê belê ger Serok Barzanî serdana komeleya me bike emê pê gelek kêfxweş bibin. Ev ji bo me şerefek e.