Cîhan
Melîkê Siudî: Êrîş bibin ser Îranê
Li gor belgeyekî malpera Wikileaksê Melîkê Erebîstana Siûdî Abdullah ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê daxwaza êrîşê li ser Îranê dike.
Malpera WikiLeaks 250 hezar belgeyên veşartî yên Wezaretê Derveyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê da weşandin. Malpera WikiLeaksê hemî belgeyên nivîskî yên ji sala 2004’an ta 2010’an ya Wezareta Derveyê Emerîkayê û 270 bayozxane û konsolosxaneyên Emerîkayê eşkere kir.
Yek ji van belgeyan daxwaza Melikê Erebîstana Siûdî û daxwaza hîn serokên Ereban hene ku ji Emerîkayê daxwaza êrîşkirina li ser Îranê û ji bo tinekirina Tesîsên Nukleerî dikin.
Li gor belgeyê ku hatiye weşandin Melikê Siûdî ji berprisyarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re got: Êrîş birin li ser Îranê û serê marê jêkin.