Polîtîk

Mele Bextiyar dilgiran e

Di nav YNKê de cihêbûna berpirsê polîtburoya wê partiyê Mela Bextiyar di rojevê de ye. Berpirsekî YNKê jî hişyariyê dide û dibêje, eger tiştekî wisa biqewime dê “derbek giran” li YNKê bikeve.

Berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, ev demek ji YNKê xeyîdiye û tevlî kar û xebatên partiya xwe nabe. Mela Bextiyar herî zêde wê hingê hêrs bû ku Berhem Salih vegeriya nav YNKê û bû serokomarê Iraqê. Çimkî Mela Bextiyar jî xwe hazir kiribû bibe serokomarê Iraqê.

Di nav YNKê de cihêbûna Mela Bextiyar ji YNKê di rojevê de ye. Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya YNKê Ferîd Eseserd ji BasNewsê re got, rast e Mela Bextiyar aciz bûye û xwe daye aliyekî. Çend caran jê hatiye xwastin vegere ser karê xwe lê heta niha bersiv nedaye.

Ferîd Eseserd her wiha got, heta niha Mela Bextiyar negotiye ka çima hêrs bûye. Ji ber wê jî ez nikarim tiştekî bêjim.

Li ser îhtimala cihêbûna Mela Bextiyar ji YNKê jî, Ferîd Eseserd got, eger tiştekî wisa biqewime derbek giran dê li YNKê bikeve ji ber ku Mela Bextiyar kesekî girîng e di nav YNKê de.

 

 

More… kurdibas

Back to top button