Endamê encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar piştî wergirtina derman û çareseriyê ji Almanya wegerya û civînekî çapemeniyê li darxist û got, piştî kongreya çarem a YNKê wisa lê hat xelk ji xwedê dixwest hevsengerên xwe jinavbibe an jî bixwe wan linavbibe.
Îro 13.11.2021ê Mela Bextiyar di civîna çapemeniyê spasiya çapemeniyê û ew xelkê ku pêşwaziya wî kirine kir û got: spas ji bo amadebûna hemû dost, Pêşmerge, endamên rêveberiyê, polîtburoyê û parlamenteran dikim.
Herwaha got: Pêşwazî kirina li min, pêşwazî kirin nîne ku li kesekî navê wî Mela Bextiyar, bendewariye li kesekî ku xedrekî mezin lê hatî kirin û li wî, li Kak Bafil, Westa Hesen û xelkê din jî xedrekî gelek mezin li wan hatiye kirin.
Mela Bextiyar got: Nav kurdan de soza xwe şikandin tinebû, ew li kuderê fêrbûn wisa soza xwe bişkînin. Û got: Me berê xwe ji bo hevalê xwe li hember dijmin dida kuştin. Lê naha piştî kongreya çarem xelk hema dixwaze hevsengerê xwe jinav biçe, an jî bixwe linavbibe.
Mela Bextiyar got: Ezê dijatiya gendeliyê berdewam bikim. Xebata demokrasî û aştiya navbera hêzên siyasî û xelkê nerazî berdewam bim. Ezê dijatiya wan kesan berdewam bikim ku dilê gel birîndar kirine. Encamên helbijartinê derxist dilê gel de çi heye, ewqas rêveberên nezan ên siyasî çawa fikir dikin?
Mela Bextiyar balkêşa ser wê yekê û got: Çarenivîsa me li gel Kurdistanê de ye û divê wek reşka çavê xwe em biparêzin û bi çavekî vekirî jî rexneyan bikin.
Herwaha got: Bila ti kes li benda wê nebe ku helwêst, prensîb û fikra xwe biguherim. Ez spasiya wan kesan dikim ku aşkera kir ez û Westa Hesen hatine jehrî kirin.