Nivîsar

Mehmet Eymur bênderên kevin dide bayê

Vepirsîna ku li ser îtîrafên endamê  tevgera taybet yê berê û girtîyê Susurluk’ê Ayhan Çarkin dabû dest pê kirin, hefteya borî kete pêvajoyeke nû. Bi vê vepirsînê mabest ronîkirina çendek cînayetên ku di salên 90’î de hatin kirin e.

Yek ji rêvebirên MÎT’ê yê wê heyamê  Mehmet Eymur jî li Enqere’yê îfade da dozgerê. Heke dozger gazî bikira îhtîmal Mehmet Eymur wê biçûya, lê rêyeke cuda hate bi kar anîn. Polîs Mehmet Eymur girte binçav. Li mala wî lêgerîn hate kirin. Paşê li Enqere’yê îfadeya wî hate girtin û di dawîyê de serbest hate berdan.

Heke em li îfadeya wî ya ku çend roj in di rojnameyan de cih digre binêrin, emê bibînin ku, rêvebirê MÎT’ê agahîyên gelekî hêja û girîng dane dozger. Ji van agahîyan ya sereke jî sedema kuştina Tarik Umit e.

Tarik Umit di heman demê de him ji MÎT’ê re him jî ji emnîyetê re muxbîrî dikir. Tevlî hinek faîlê meçhulan (kujer nediyar) jî bûbû, ji Mehmet Eymur re jî lîsteyeke mirinê ya ku tê de navê 40 kesî heye şandibû. Di vê lîsteyê de ser gelek navan, ji zû ve hatibûn xêzkirin. Yanî ew hatibûn kuştin.

Wateya vê lîsteyê ew e ku, MÎT di wê heyamê de ji hinek kuştinan xeberdar bû. Wê çaxê divê em bipirsin, gelo ew insan çima nehatin parastin? Çima sazîya ewlehîya dewletê seyra van kuştinan kir? Divê ev jî were vepirsîn?

Heke tekstên îfadeyê rast bin, Midûrê gelemper yê emnîyetê yê wê heyamê Mehmet Agar û şêwirmendê tevgera taybet yê emnîyetê yê wê heyamê Korkut Eken jî wê bikeve nava vê vepirsînê.

Mehmet Ağar, wek kesên din yên ku navê wan di doza Susurluk’ê derbas dibe ji ber hinek sucên girêdayê Susurluk’ê hate darizandin û cezayekî sivik jî stand, doza wî li Yargitayê hêj jî dewam dike.

Mehmet Ağar pir dereng hate darizandin. Lê belê heyama ku destpênekîya wî dewam dikir Agar çend caran hinek daxuyanî dan û xwest bêje: “Heke hûn min darizînin ezê jî tiştên ku ez dizanim vebêjim.”

Di destê Agar de hinek belge hene. Ev kîjan in em nizanin. Ew her tim îma dike. Gelo belgeyên wisa bi rastî hene nexwe (yoksa) Agar ji bo xweparastinê wisa dibêje, em a niha nizanin. Lê heke belgeyên wisa hebin divê ev belge gaveke bere (bi lezûbez) derkevin holê.

İsmet Berkan

 

Xeberenkurdi.com

Back to top button