Gelo YE dê belav bibe?
Welatên Yekitiya Ewropayê di nav krîzîkî de ne û nikarin pirsgirêka heyî çareser bikin. Serokê û serokwezîrên 27 welatên di nava Yekitiya Ewropa de cih digrin, hatin ba hev û ji bo çareseriyekî pirsa krîza di nava YE de heyî bibînin civiyan. Lê ji bo çareseriyek hevbeş li hev nekirin.
Di vê derbarê de serokê Fransayê Nicolas Sarkozy helwesta Brîtanya rexne kir û da xuyakirin ku ev helwesta wan bû sedem ku me nekarî em protokolek hevbeş îmze bikin.
Piştî ku 27 welatan li hev nekir 17 welatên ku wek sîsika YE tên hesibandin cuda civiyan ûji bo hinek çareseriyên bingehîn li hev kirine. Ji bo çareseriyek hevbeş hêja dê civîn berdewam bikin.
Li gora pirporên YE ev derzek û kelşek mezine di nava Yekitiyê de peyda bûyî û çareserkirina wê tuzek zehmet dixweyê.