Kultur

Medya Tirk û PKKê derewa dikin

 Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di derbarê referanduma li Kurdistanê çêbûyî serî li dadgeha Federalî ya Iraqê da. Dadgehê bersiva Ebadi de daye xûyakirin ku, ew nikarin bêjin referandum li dijê qanûna ê ye. Dadgeh behsa maddeya yekemîn ya destûra Iraqê dike.Madda yekê ya destûra Iraqê eve:   “Komara Îraqê dewleteke federalî serbixwe ye, xwedî serweriyeke timam e ku sîstema hukimdariyê tê de komarî, parlamentoyî û demokrasî ye, ev destûr garantera yekêtiya Îraqê ye”Hukumeta herema Kurdistanê ji bo destpêkirina diyalogê pêşwazî li biryara dadgeha federalî kir. Herweha hukumeta Kurdistanê  da xûyakirin ku, divê hemû diyalog li gora destûra bingehîn bin û pêwendiyên Hewlêr û Bexda jî li gora vê destûrê bêne pêkanîn.Medya Tirkî û medya PKKê di derbarê vê bûyerê de yek ziman bi karanin û xeberên derew belav kirin. Herdu medya bi yek dengî ragihandin ku, hukumeta Kurdistanê encama referandumê hilweşand.Ji berî her tiştekî serok Barzani û rayadarên Kurdistanê, di derbarê hilweşandina encamên referandumê de dibêjin: ji xeynî gelê Kurd kesek nikare encaman hilweşîne, ew jî bi referandumeke din tê kirin.Medya PKK û medya Tirkî vê yekê dizanin û qet vê daxûyaniyê nabinin, lê bi zimanê Iraqê dibêjin ku hukumeta Kurdistanê encamê referandumê hilweşandin.Heta niha roja prosesa referanduma serxwebûnê destpêkirî û bûyerên li Kurdistana Başûr rûdayin de, medya PKKê û medya Tirk dezenfarmasyona belav dikin û di derbarê rûdanên Kurdistana Başûr de yek zimanî bi kartînin. Dixweyê ev dezenfarmasyona herdu medya ji yek qelemî tê nivîsandin.Herweha taybetî li Kurdistana Bakur, dema medya Tirkî nûçeyekî di derbarê Kurdistana Başûr de radigihîne, gelek kes di cih de li ser van nûçeyan wek ku ji % sed raste nirxandina dikin.Ji aliyek din medya PKKê çi derewê bike hevalbendên wan yên di nava bûyerê de jî qebûl dike û li gora wê jî nirxandina dikin.Ev yek û helwesta dijminane hewldaneke ku rastiya Kurdistanê û bûyerên rû didin winda bikin û berê xelkê ji rastiyê dûr bêxin. 

Back to top button