ANHA ajansek a ser PKKê ve ye. Li gora siyaset a PKKê weşana dike û nûçeyan belav dike.Di bûyerên Qamîşlo de dibêje ku; dema hêzên rejima Surî êrîşê YPGê kirin. Pêşmergeyan jî li hinek cihan piştevaniya wan kirine.Nûçe bi seneryoyek bi derew berdewam dikin. Ji berî her tiştekî bûyera Qamîşlo de, erebên çeteyên rejimê û hêzên PYDê wek hev dostê rejîmê bûn. Dema di navbera wan de şer destpêkirî, rejimê û hêza eşîra ereba li gel hêzên PYDê şer kirin.Ji berî her tiştekî Başûrê Kurdistanê ji bo dermankirina birîndara deriyê xwe vekirin û hemû bingehên saxlemiyê ketin di nava amadebûnê de.Li derîyê Pêşxabûrê ambulan 24 demjimêrî hazir bûn.Ji aliyek din wezereta Pêşmergeya li Başûr daxwazek fermî ji YPGê kir ku, 6 hezar Pêşmergeyên Roj amadene derbas bibin û pişgiriya hêzên PYDê li dijê rejimê bikin.Lê mixabin deng ji YPGê derneket. Ji hemûyê girîngtir, herkesê li Rojava dimînin vê rewşê dizanin. Ji aliyek din nûçeyên Anha de, di van bûyeran de ENKS tê tawanbar kirin.Medya Başûrê Kurdistanê li ser van bûyeran sekinî. Lê pêwiste medya Başûr li ser van derewên ANHA û medya PKKê dike bisekine û rastiyê bingîne Raya Giştî. Ev erkek yê medyayê ye.PKK bi salane xelkek bi van derewan razandiye. Lê di roja me de ew derfet heye ku, derew û bêbextiya tê kirin bêne eşkere kirin.
Pêş
27/06/2025
Koça dawî kir
26/06/2025
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo sala nû ya koçî
Balkêş e ?
Close - Peyama DEMê ji bo Kerîm Şengalî13/06/2025