Medreseya Medîneyê

HEVPEYVÎNÊ

BI DERSDARÊ MEDRESEYA MEDÎNEYÊ RE

Ji berê û pêş ve ye gelek malbat li Kurdistanê hebûne ku xwendin, zanîn û perwerde ji bo wan bûye wek pîşeya sereke. Ew malbatên wisa hertim fedekarî kirine, bi malê xwe û bi keda xwe di saziya bi navê Medreseya Kurdî de xizmet dane xelkê xwe.Sal 950, dema ku Medrese li Hemedana Paytexta Kurdistanê ava bûye û bi rengê zanîngeh jiyana xwe domandiye, bi alîkariya zanayên Kurd ên demê, ew sazî li gelek herêmên dinyayê jî belav bûye û di zanistiyê de kesên derdemî jê derketine. Çendî ku hin caran rawestin ketibe xebata wê saziyê û wan malbatan, herweha ku zext û zordestiya biyaniyan li ser wan zêdetir çêbûbe jî, lê çi dema ku wan derfet dîtine, dîsa eger ne wek berê be jî, dest pê kirine û li geşkirina rewşenbîriyê di nava Kurdan de domandine. Yek ji zarûkên malbatên wisa jî Mele Nîzamedîn Yakişik e ku îro li Tetwanê dersdartiya Medreseya Medîneyê dike, dema xwe ya vala jî bi çareserkirina gelşên xelkê xwe re dibihurîne. Li Medreseya Medîneyê çend babetên pêşketî ku berê di Medreseyên Kurdistanê de nebûn hene weke Internet, motor û xwendina demî… Bêguman ev hawe dê serkeftineke bêhempa derxîne holê û wê kesên mîna Ebul Iz Îsmaiêl Cizîrî (1136-1206) ku projeya Robot û Computerê afirandiye, wê ji Medreseya Medîneyê jî derkevin holê. Em jî bi dilgermî ji dersdarê hêja Mele Nizamedîn û xwendekarên wî re spas dikin û serkeftin bo wan dixwazin. Fermo em lê jêrê hevpeyvîna bi seyda re bixwînin. Stockholm 24/ 05/ 2016 Zeynelabidin Zinar     4c32a99e-6b17-4506-944a-dce40a128f86  PIRSA ZEYNELABIDIN ZINAR:Seyda Mele Nîzamedîn, bi kerema xwe dikaribî xwe bide naskirin? Mele Nîzamedin kengê hatiye dinyayê, bav, dê û cihê jidayikbûna wî?BERSIVA MELE NÎZAMEDÎN YAKIŞIK: Ez sala 1967an li gundê Kirtwana Tetwanê hatime dinyayê. Lê em bi eslê xwe ji gundê Qursinca Hîzanê ne. Bavê min Mele Muhyedîn kurê sofî Eskenderê kurê Emerê kurê İbrahîmê kurê Elîyê kurê Cebraîlê kurê Seyîd e. Ji malbata me re di herêmê de “Malbata Mele Elî” dê gotin. Diya min Medîne jî keça Xuzeyfê kurê Uzeyrê kurê Xuzeyfê kurê Mele Uzeyr e û ji eşîra Bekirîyan in.PIRSA: Zarûktiya te li kurê û çewa derbas bûye? BERSIV: Ez hetanî sêsaliya xwe li gundê Kirtwanê bûme. Piştre malbata me çûye gundê Kindiranisê. Min li wî gundî dibistan xwendiye. Piştre min xwendina navîn li Tetwanê, lîseya Îmam-Xetîbê jî li Bedlîsê ji derva ve xwendiye. Piştre min Xwedina Bala Îlahiyata Pêşzimanî xwendiye. Bi xwendina tirkî re, min xwendina medreseyê jî domandiye. Di wan deman de min meletiya Remezanê li gundê Engesor, Wanêk, Axkîsa Gulê û Bolihê jî kiriye. Ev gund girêdayê Tetwanê ve ne.PIRS: Xwendin û pileya xwendina te çi ye? Hin dersdarên ku ders dane te?BERSIV: Min xwendina xwe ya pêşî, li cem bavê xwe Mele Muhyedîn xwendiye. Herweha min li xwendina Medreseyê domandiye heta ku hemû Pirtûkên Rêzê yên ku di Medresya Kurdî de têne xwendin, bi dersîtî qedandine. Min duwazdeh şaxin zanistiya Medreseyê xwendine. Demekê min li Tetwanê li ba Seyda Mele Feqîrulah û li ba Mele Burhanedîn Geylanî jî xwendiye. Piştre jî min li Medreseya Oxînê li ba Seyda Mele Sefetulah Ayte li xwendinê domandiye.PIRS: Te bawernameya Medreseya Kurdî kengê û ji kê wergirtiye?BERSIV: Min bawernameya (îcaze) Medreseya Kurdî, roja 12.06.1988 ji dersdarê navdar Mele Muhyedîn li gundê Xaxûzê wergirtiye. PIRS: Ev e çend sal in ku tu dersdarî û meletî dikî?BERSIV: Min sala 1988an dest bi meletî û dersdartiyê kiriye û ta niha jî li vê pîşeya xwe berdewamim. Ev e 28 sal in ku ez vî karî dikim.PIRS: Bi giştî niha rewşa xwendina Medreseya Kurdî çewan e?BERSIV: Medreseyên Kurdî li herêmê bi awayekî ne fermî berdewam in. Lê di van 12-13 salên dawiyê de Dewlet astengî ji wan re dernaxe. Medreseya me û yên li derdorê jî, bi alîkariya Komeleya Şuanê li perwerdehiya xwe didomînin. Herweha di van demên dawîn de heweseke zêde ji bo xwendina medreseyan jî çêbûye. Lê mixabin ji ber nebûna cih, zêde derfeta wergirtina şagirdan çênabe. PIRS: Bi giştî sîstema xwendinê medreseya we çewan didome?BERSIV: Medreseya me ya bi navê Medreseya Medîneyê, metoda ji bo perwedeyê ku bi kar tîne weha ye: Ji aliyekî ve xwendina bi zimanê erebî wek şaxên Tefsîr û Fiqhê hoyê şagirdan dike. Ji aliyê din ve jî xwedekarên me diçin xwendina Îmam-Xetîb û ya Fakulteya Îlahiyatê. Bi vî hawayî hem xwendina zanistiya olî û hem jî ya musbet fêr dibin. Bi vê yekê dahatuya wan jî dikeve garantiyê. Xwendekarê ku dersa rojane dixwîne, her roj kurteya dersê dinivîse û dersdar jî wê kurteyê bereçav dike, piştre jî dîtina xwe li serê dinivîse.Ji vê yekê zêdetir, ji bo ku bangewazî û têgehandina xwendekarên me zêdetir bibe, em bi wan li Medreseyê hertim pêşekî û çalakiyan didin pêşkêşkirin. Herweha li mizgeftê em Xutbeya Roja Înê bi xwendekarên xwe didin xwendin. Ji bo ku xwedekar di melatî û muezintiyê de serkeftî bibin, gelek car pêşnivêjtî û muezintî jî bi wan didine kirin. Xwendekarê me dema xwendina pirtûkekê qedand, ji bo ku derbasê xwendina pirtûkeke jortir bibe, di azmûnekê re derbas dibe, eger tê de serkeftî bibe hêj dest bi xwendina pirtûka dî dike. Hin caran di nava xwendekaran de pêşbaziya zanistiyê çêdibe. Di moledana bihnvedanê de weke suhbet babetên wek Ayet, Hedîs û Gotinên Pêşiyan têne xwendin. Bi vî hawayî têgehana şagirdan, fikr û ramanên wan berepêş diçin û dibin xwediyê çandeke giştî. Têgehaneyên dersa rojane hem bi erebî û hem bi tirkî têne nivîsandin û li rûpelên me yên Facebookê têne weşandin. Gotinên şagirtan heroj 7-8 lib têne bijartin û li rûpela Facebookê têne weşandin.Şagirt ji bilî dersa ku ji dersdarê xwe werdigirin, li Medreseyê çalakiyên ji bo fêmkirina giştî jî têne lidarxistin û dersên taybetî têne dayîn. Di sê rojên heftiyê de dersa Tecwîdê, di sê rojên dî de jî dersa erebî têne dayîn. Di dersa erebî de li ser textê li diwêr Ayet, Hedîs yan jî helbestek tê nivîsandin û li ser rêziman û naveroka wan werbêj têne kirin. Piştre jî ew naveroka ku hatiye gotin, yek bi yek ji xwendekaran tê pirsîn.Ji van zêdetir, her xwedekarek pirsek ji xwendekarê ku dipeyive dipirse, ew jî bersiv dide. Dema dersa bi zimanê erebî ya bi giştî tê dayîn, xwedekar di axaftina erebî de jî serwext dibin. Hemû rojên yekşeman piştî Nivêja Esrê, derseke zanistî ya civakî çêdibe. Ev ders jî bi dor her carê xwendekarek amade dike. Ew axaftina ku dibe jî, li Facebookê bi awayekî zindî tê weşandin. Ji vê jî zêdetir di her pênc rojên heftiyê de, bi dorê xwendekarên me dersên Sefewat-tu Tefasîr û Sehiha Muslimî amade dikin û dîsa li rûpelên Facebookê yên li jêrê diweşînin*. Heta niha ev pirtûkên li jêrê jî hatine tercûmekirin:– Qises-ul Enbiya: Tê xwendin û tê wergerandin û weke pirtûk tê amadekirin. Lê hêj çap nebûye.– Minhaca Îmamê Newewî: Tê xwendin û tercûmeya bi tirkî tê kirin, ji bo çapê amade bûye.– Ev e gelek sal in ew naveroka ku li ser dersan hatiye nivîsandin û herweha guftugoyên di dema vexwarina çayê de ku hatine kirin, mîna pirtûk hatine amadekirin. – Sefweta Tefsîrê ku ya Sabunî ye, ji Sûreyê NASê hetanî yê KEHFê hatine xwendin û digel hinek zêdeyan tercûme bûye. Ev hemû babetên ku li jorê hatin gotin rojane li rûpela Facebookê jî têne weşandin. – Pirtûka CAMÎyê û yên li jortira wê wek dersa civakî têne xwendin.– Ji Pirtûka CAMÎyê pirtûkên bijêrvetir jî, dîsa eynî wisan bi dana dersa civakî têne xwendin.– Ji bo xwendekarên me dersên wek USÛLUD-DÎN, USÛLA TEFSÎRÊ, USÛLA HEDÎSÊ, USÛLA FIQHÊ jî têne dayîn.– Dersên li ser Bedîuzeman ên li ser berhemên Îşarat-ul δcaz û Seîd Hewa er- Resûlê jî têne xwendin.Medreseya me, geşt ji bo xwendekarên xwe amade dike û tê de xwendekarên me weke du birr dikevin pêşbirkê û colana jî dikin. Birra ku qezenc dike, diyariyên cuda cuda werdigire. Wek encam ger bête gotin, em hikmetê senteza bingehîn a kame li medreseyê xwedekarên xwe li gor Zanista Made û ya Wateyê digehînin. Em bi alîkariya Xwedê û bi duayên bawermendan roj bi roj berfireh dibin û li jiyana di zanistiyê de berdewam dibin.PIRS: Niha çend şagirdên we li Medreseya Medîneyê dixwînin?BERSIV: Niha 40 şagird dixwînin.PIRS: Xwedîkirina şagirdan çewa çêdibe?BERSIV: Şagirdên me li metbexa medreseyê bi xwe xwarin çêdikin. Xelkê me jî alîkariya aborî bi wan re dike û diyarî didin wan. Em xwedekarên xwe wisa debar dikin.PIRS: Dîtina te li ser pêşeroja Medreseya Kurdî çi ye?BERSIV: Divê medreseyên Kurdî taybetmendiyên xwe li Kurdistanê wenda nekin û di rêçeriya ber bi Quran û Sunetê re ji bo xelkê zanîn, têgehandin, torewerî û edeb pêşkêş bikin. Divê medrese nekevin binê çu zextekê, bi awayekî azad jî xebata xwe berdewam bikin. Divê dewlet jî têkelê bernameyên wan nebe, lê divê desteka aborî bide wan. Herweha divê Medreseyên Kurdî mîna zanîngehên dewletê bibin xwedmuxtar. PIRS: Ji dersan zêdetir, karê ku tu dikî çi heye?BERSIV: Ji dana dersan zêdetir, hertim bi civatê re bûme yekpare û ji bo çareserkirina gelşên xelkê têdikoşim. Bi taybetî em doza xwînê ya di nava xelkê de, rûdanên wek revandina keçan û wekî din gelş û sergêjiyên xelkê çareser dikin. Herweha em serdana medreseyên herêmê dikin, biratî û hevkariya di navbera zanayan de amade dikin. Di zaningehan de li ser çareserkirina pirsgirîkan dema sempozyum têne amadekirin em bi teblixa xwe beşdarê wan dibin. Carinan jî liser hinek meseleyên girîng konferansan didin.PIRS: Şîreta te li ciwanên Kurd çi ye?BERSIV: Em jî wek şêxê nemir Ehmedê Xanî, mîna Bedîuzeman Mele Seîdê Norsî dixwazin ku ciwanên me bixwînin û bi biratî bo hevûdu bibin hevkar. Lewra bê xwendin, meriv nagîje çu deverê. Lê ka em ê çi bixwînin jî, divê ew jî li gor mercên demê bête peyitandin. Nexwe şîreta me li ciwanan ev e ku ew kaînatê rind binasin û hemû zanistan jî bixwînin.PIRS: Peyama te ya dawîn çi ye bo xwendevanan?BERSIV: Peyama dawîn, em dixwazin ku ciwanên Kurd xwedîtî li Medreseyên Kurdî bikin. Bi taybetî ew bi bayê neyênî ku ji aliyê rojavayî ve tê neyên xapandin, dest ji ol û toreya bav û kalên xwe bernedin û şexsiyeta xwe biparêzin. Herweha divê zanayên zanistiyê û medrese jî, xwedîtî li xelkê Kurd bikin û ev dijberiyên heyî ku hene ji holê rakin, miletê xwe bikin yekere û aram bikin. Eger zanayên medreseyan vê berpirsyariyê li xwe wernegirin, rijandina xwînê li dinyayê ranaweste û aştî jî bi çu rengî nayê herêma me.PIRS: Spas ji bo dana bersivan, her şad û bextewer bî.BERSIV: Em jî ji bo vê xebata te ya pîroz û xwedîderketina te li Medreseyên Kurdî spas dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin. ___________________________________________________________* https://www.facebook.com/pages/Medine-Camii-medresesi-Tatvanwww.tatvanmedinemedresesi.com

Nerîna min :