Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) biryara xwe da
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) di derbarê berdana karsaz Osman Kavala de ,ku di doza Geziyê de cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn û nêzî 6 sal in di girtîgehê de ye, biryara xwe da û azadîya wî xwest. Ger Kavala heta Çileya 2024an neyê berdan, wê heyeta Tirk li PACEê mafê xwe yê dengdanê winda bike û welatên Ewropayê jî wê di derbarê kesên ku di girtina Kavala de rol lîztine, lêpirsînê bidin destpêkirin.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) biryara “demildest serbest berdana” karsaz Osman Kavala bi piraniya 2/3 kesên beşdarî dengdayînê bûn qebûl kir. 62 endam beşdarî dengdayînê bûn, 44 endam biryar qebûl kirin û 18 endam jî li dijî biryarê derketin.
Bi vê biryara ku hatiye qebûlkirin, eger Tirkîye rêzê li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) negire û Kavala serbest bernede, wê bi cezayên giran re rû bi rû bimîne.
Çi ceza dikarin bên sepandin?
Heger Tirkîye heta 1ê Çileya 2024an Osman Kavala serbest bernede, heyeta Tirk heta civîna zivistanê ya 2024an wê nikaribe li PACE yê deng bide. Ji alîyê din, qanûnên Magnitsky wê ji bo rayedarên cemawerî yên ku ji ber berpirsiyarîya şexsî bûne sedema girtina neqanûnî ya Kavala bên sepandin. Ev tê wê wateyê ku polîs, dadger, dozger an jî efserên girtîgehê yên ku bûne sedema desteserkirina neqanûnî û keyfî ya Kavala, ji ber kiryarên xwe wê li welatên Ewropayê bên darizandin.