
Her yek ji Con MeCayn û Jeo Lieberman ku du sînatorên navdar ên Amerîkayê ne, di ragihandinekê de êrîşên artêşa Îranê bo ser navçeyên sînorên herêma Kurdistanê, şermezar kirin.
MeCayn û Lieberman di daxuyaniya xwe de, tevî şermezarkirina van êrîşan, amaje bi wê çendê jî kiriye ku ji ber êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê hjimareke welatîyên sivîl hatine kuştin û birîndar kirin û bi dehan malbat jî koçber bûne.
MeCayn û Lieberman diyar dikin ku, êrîşên Îranê wek hewleke bo destêwerdana di karûbarên navxwe yên Iraqê de û Îran alîkariya darayî dide grûpên radîkal daku aramiya deverê têkbidin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de her du santorên amerîkî amaje bi wê yekê dikin ku, ew ji nêz ve êrîşên Îranê û encamên wê dişopînin û dibêjin ku, divê Îran di zûtirîn dem de êrîşên xwe bo ser herêma Kurdistanê rawestîne û rêzê li serweriya Iraqê bigire.
Weke tê zanîn artêşa Pasdarên Îranê ji 16ê meha borî ve bi hêzeke mezin (nêzîkî 20 hezar leşker), bi navê lêdana çekdarên PJAKê, bi top û hêzên asmanî êrîşî navçeyên sinorî yên herêma Kurdistanê dikin û di encamê de 3 welatên sivîl canê xwe ji dest daye û bi sedan malbat jî koçber bûne