Polîtîk

Me xetek daniye di nava xwe û xwepêşandanan de

Hevserokê BDPê Selahatin Demirtaş di derbarê bûyerên Teksîmê de dîtinên xwe gotin.
Demirtaş di vê derbarê de got: Nabê kesek me bikşîne di nava bûyeran de. Evê 80 salin ev zihniyete ku inkara Kurdan dike.

Selahattin Demirtaş di parlementoyê de li gel rojnemevanan axivî û behsa bûyerên Teksîmê kir. Demirtaş got: Hinek alî banga darbeyek leşkerî dikin.Derdora kovara Turk Solu û Partiya Karkeran dibêjin ku gelo emê bikaribin bibin sedema ku darbeyek leşkerî çêbibe. Li hinek deveran derketin kolanan lê serneketin.Ji bo vê em balê dikşînin.

Demirtaş got em nizanin dê encama van bûyeran çibe.Me xetek daniye di nava xwe û xwepêşandanan de.

Lê di rastiya xwe de parlementerên BDPê yên Tirk pişgiriyê didin van xwepêşandanan. Herweha li gelek deveran de di qadên xwepêşandanan de alên BDPê û weneyên Ocalan jî têne rakirin.

Back to top button