Cîhan

Heftiya bê serdana Kurdistanê dike

Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de, Dilawer Ajgehî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Yekêtiya Ewropayê (YE), duhî roja 12.06.2013ê, serdana ofîsa siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropayê li Birukselê kir û ji aliyê berpirsên ofîsê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de digel berpirsên ofîsa siyseta derve ya Yekêtiya Ewropayê de, şandeya nûneratiya hikûmeta Kurdistanê çend pirsên giring yên girêdayî peywendiyên navbera Kurdistan û Îraqê û Yekêtiya Ewropayê de hati behis kirin.

Kiristiyan Berger berpirsö rojhilata Navîn û Bakurê Afîqiyayê  eşkere kir ku, di heftiya bê de xatûn Katrîn Aştûn nûnera bala ya siyaseta derveya Yekêtiya Ewropayê dê serdana herêma Kurdistanê bike û bi serokê Kurdistanê û mezine berpirsên Kurdistanê re hevfîtinan pêk bîne.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji berpirsên Yekêtiya Ewropayî kir ku, zêdetir alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê ku, hujmara wan ji 150 hezar penaberan derbas kiriye bike.

Berpisên YE jî ev pirs bi giringî wergirt û soz dan ku, di warê alîkarîkirina penaberên surî de zêdet hevakî û alêkariyê bi hikûmeta herêma Kurdistanê re bikin.

Di warê enerjiyê jî de, berpirsên YK eşkere kir ku, ew dê di hetiya bê de rêkeftinameyeke nû a warê enerjiyê bi hukûmeta Îraqa federal re îmza bikin û di vê çarçoveyê de nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji YK kir ku ew peymana di warê enerjiyê de bi hikûmeta Îraqê re îmza dikin di berjewendiya tev pêkhateyên îraqî de.

Back to top button