CivakPolîtîk

Me ji bo serxwebûna Kurdistanê şehîd dane

Serokê Tevgera Demokrata Tirkmanî li Kurdistanê ragihand ku mafê Kurdistanê heye ku daxwaza referandumê bike, ji ber ku nêzîkî dawiya Saykis Byko dibe û hemû xelkê kurdistanê piştgiriya referandumê dikin.  Kerxî Altî Bermax Serokê Tevgera Demokrata Tirkmanî li Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Dem hatiye ku gelê Kurdistanê û em jî wek pêkhateya tirkmanî hizrê li paşeroja xwe dikin li Herêma Kurdistanê ji ber ku ew xebat û şehîdên ku me dane bo serxwebûna Kurdistanê bûne û niha qonaxeke girîng bo Kurdistanê hatiye, pêwîst e biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û bo vê biryardanê jî 2 rehendên girîng hene ku divê bên liberçavgirtin, ew jî li ser asta Kurdistanê ye ku hemû xelkê Kurdistanê daxwaza referandumê dikin. Herwiha li ser asta navdewletî jî baş piştgiriyeke baş jê re tê kirin û niha rêkeftina Sykes–Pîcotê ber bi dawî ve diçe û di dawiyê de dê di qazanca gelê Kurdistanê de bin, lewma em wek tirkman piştgiriyê li pirojeya dewletê dikin.”

Back to top button