Me biryara çûyina parlementoyê negirtiye
Roja pênçşembê parlementerên BDP-ê li Diyarbekirê civîyan û pirsa vegera parlementoyê gotubêj kirin. Li gora medyayê ragihandî , di civînê de biryara vegera parlementoyê hatiye girtin. Lê Selahatin Demirtaş serokê BDP-ê da xuyakirin ku ev nûçeyên di derbarê biryara vegera parlementoyê de derketîn ne rastin.
Di vê derbarê de Demirtaş got:Heta niha me ji bo vegera parlementoyê tu biryarek nestandiye. Raste me ev yek gotubêj kiriye lê nebûye biryar. Heta niha jî ne kifşe ka emê herin parlementoya yan na. Ev heja di nav med de babetê gotubêjêye.
Herweha Demirtaş da xuyakirin ku, divê ew di vê derbarê de dîtina hevalên xwe yên girtîgehan de jî bizanibin û li gora wê biryarekî bidin.
Lê jêderekî ku naxwest navê wî eşkere bibe got ku: Di civîna roja pênçşembê de piraniya parlementeran daxwaz kir ku, biryara vegera parlementoyê bête girtin. Ev bû daxwaziya piraniyê. Di rastiya xwe de piraniya parlementeran dixwazin 1-ê cotmehê dema parlemento vebê herin û sund bixwin û tevlî karên parlementoyê bibin.
Dixweyê dê BDP biryara vegerê bide. Lê eşkereye ku tu wetaya daxwaziya parlementeran tuneye. Heta biryar ji cihê pêwist werê dayîn emê vegerin parlemntoyê.