Polîtîk

Mayall: Britanya wê palpiştê Pêşmergeyên Kurdistanê be

Îro çarşem 18.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Simon Mayall Nûnerê Taybetî yê Brîtanya yê Karubarê Asayîşa Herêma Kurdistanê û şandekî li gel kir ku ji General Tom Beckett Nûnerê nû yê Brîtaniya yê Karubarê Asayîşa li Herêma Kurdistanê û Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr û hejmarek Berpirsên Serbazî yê Artêşa Brîtanyayê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku ji bo bi dawî hatina erkê General Simon Mayall û nasandina berpirsê nû General Tom Beckett hatibû saz kirin. Şanda serbazî ya Hikûmeta Brîtanya pabendbûna xwe bi palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpatkir û behsa rola Serok Barzanî jî li serpereştîkirina şerên Pêşmerge li beranber terorîstan kir û pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li Serok Barzanî kir û serxweşiyên xwe jî ji bo Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan ragihand ku li şerê dijî terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Şandê wê yekê jî dûpatkir ku şerê rasteqîne û bandora hêzên Pêşmerge kiriye û destkeft û serkeftinên Pêşmerge jî gelek ber bi çav û diyarin.

Li beranber da Serok Barzanî spasî erk û keda General Simon Mayall û tîmên serbaziyên Brîtanya kir ku hemahengiyeke gelek baş li gel hêzên Pêşmerge da hebûye û rola wan li serkeftinê da heye. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ezmûna karê hevbeşê Pêşmerge û hêzê hevpeymanan nîşan da ku bi hemahengî û hevkariya aliyan dikarin terorîstên Da’îş têkbişkînin. Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û şerê dijî terorîstan Serok Barzanî wê yekê xisterû ku pêwîste ewlewiyeta serekî ya hemû aliyek şerê Da’îş û azadkirina Musil û navçeyên dagîrkiriyên din bê û ji bo çareserbûna kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda jî hemû alî li peywendiyan de berdewam dibin.

Back to top button