Mamusta li eniya şer serdana pêşmerge dikin
Li Kurdistana Başûr ji bo helwesta hukumeta Bexdayê û rewşa şer bûye sedemê krizek aborî. Eve demek e mamusta maaşên xwe nastînin. Mamusta grevekî bikin dê zarok û xwendevan di xwendina xwe de paşve bimînin.Li ser vê yekê di serî de pêşmergeyên Kurdistanê li enîya şer dan kifşkirin ku ew amadene hinek ji maaşê xwe bidin mamusta da ew jî bikaribin karê xwe berdewam bikin.Herweha Encumena Asayişa Kurdistanê jî ragihand ku, ew jî amadene beşek ji maaşên xwe li gel mamustayan leyvekin.Piştî v êhelwestê Mamustayan daxûyaniyek dan û gotin: Em bi navê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê rêz û spasiya xwe bo birayên xwe yên Pêşmerge û fermandeyên 70 û 80 yên Wezareta Pêşmerge re dişînin, û em wan piştrast dikin ku em bi ti awayî rê nadin piroseya xwendiyê raweste.Cîgirê serokê Yekitiya Mamustayê Kurdistanê Ehmed Germiyanî berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Em hemû hewlên xwe didin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ku dewam li dibistanên fermî destpê bike û bi awayekî ciwan û rêk û pêk zarokên xwe ji xwendinê bêpar nekin. Herwiha ew destpêşxeriya Pêşmerge gavekî baş e û cihê rêz û hurmetê ye.Mamustayan biryar dan ku serdana pêşmergeyên Kurdistanê li eniya şer bikin. Mamusta dê bêjin pêşmergeya: “Piştrast bin ku zarokên we dê ji xwendinê bê par nebin“Di serî de li Silêmaniyê û hinek deverên din mamusta û beşek karmendên hukumetê xwepêşandana dikin. Li li Dihokê mamusta xwepêşandanê nakin diçin eniya şer û peyamekî didin pêşmergeyan.