Malpereke kurmancî-soranî-swêdî ya nû datasupport24
Têknîka cihanê bi gavên lez va pêş dikeve. Kurdên cihanê jî ji wê têknîkê, Întêrnêtê bi aktîvî karê dikevin. Dibe hinek kurd di wê hêlê da dijwarîyan bikişînin. Ev malpera nû dikare ji wan ra bibe alîkar û piştgirîyeke mezin bike.
Yek ji karên vê malpera nû çêkirina malperan e ji bo her kesan, rêxistinan, komeleyan. Kê ku bixweze ji xwe ra malpereke kurdî an jî bi zimanekî din saz bike, dikare serî li vê malpera nû bide, bi karmendên wê ra bikeve nava pêwendîyan û daxwazên xwe raber bike. Ferq nake, ka ew kes an jî rêxistin û komele li kîjan welatî dijîn.
Eger kompyûtêra we xirab bûye, zede lê ketîye, zîwan (vîrûs) ketîyê, pirsgirêkên bi Întêrnêtê va girêdayî peyda bûne û h.w.d., em dikarin ji we ra bibin alîkar.
Ev malper niha bi 3 ziman-zaravan e: kurmancî, soranî û swêdî. Di demên nêzîk da zimanên erebî û îngilîsî jî wê di ser da zêde bibin.
Malper ji van beşan e: rûpelê destpêkî, derbarê kar û barên malperê da, xizmetkarî, lîsteya buhayên xizmetkarîyê, pêwendî bi karmendên malperê ra.
Derheqa malûmatîyên mayîn da serî li malperê xin: www.datasupport24.se