Polîtîk

Artêşa tirkî ketiye Tengasiyê

Serokê cîgirê gruba AKP û Parlamenterê Kayseriyê Mustafa Elîtaş daxwaz ji serfermandarê artêşa tirk İlker Başbuğ kir ku  daxuyaniya li ser gumanên Heronê bihête diyarkirin .

Elîtaş got : Li ser hemî mijara serokayetiya serfermandarî agahî û beyanatên xwe kêm nakin lê çima li ser mijarekî wisa girîng de berpirsiyar bê deng dimînin  ?

Bi rastî jî …  Ji ber bêdengbûna berpisyaran ez jî dikevim guman û endîşeyan. Ger îhmalek hebe bi carekî ve lêpirsin bihête kirin û daxwaza lêborînê ji milletê bêkirin.

Nêzîkî mehek bûye ku li Tirkiyeyê gelek rojname û rojnamevan rexne û gazincên xwe ji berpirsyarên artêşa tirk re dikin û  bi îddaayên mezin dibêjin  ku berpirsyarên leşkerên tirk û PKK bi hevparî têdikoşin û dimenên Heron jî bi wan îddaayan bihêztir dike.  

Wekî tê zanîn berê ya êrîşa PKKê li ser qereqolên  eskerî yên Gediktepe û Hantepêyê balafirên bê însan ya bi navê HERON cih û tevgerên gerillayên PKK dîdît û rapor dida navenda îstixbarata artêşa tirk û serfermandariyê re  .  Her wiha îstixbaratên TM jî ( Ev îstixbarat li derveyê leşkerê tirke ) roj û seata êrîşê didan berpirsyaran lê ti tedbîr nehatibû girtin û di  pevçûnan de gelek eskerên tirk miribun .

Back to top button