Polîtîk
Amerîka berê xwe da Kuwêtê
Hêzên çekdarên Amerîka li gora bernameya ku danîn, gav bi gav ji Iraqê derdikevin.Di nav hêzên Amerîkî dehêza herî girîng jî îro destpêkir berê xwe da Kuwetê û bi rêyê ji terka Iraqê dike. Ev hêz ji 4 hezar kesan pêk tê û ji bo ragihandin û keşif kirinê hêza herî girîng e. Li gora bernameya xwe ya vekişandina ji Iraqê, hatibû diyarkirin dê ev hêz herî dawî ji Iraqê derkeve.
Tenê nezîkî 2-3 kes ji vê hêzê ji bo karên îdarî mane Iraqê. Wek tê zanîn heta dawiya sale Amerîka bi temamî ji Iraqê derdikeve, tenê 50.000 ji hêzên Amerîka dimînin Iraqê.